Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
SEMÎNARA Dr. Abdulbasit Seyda
2012-08-27 11:00
fkks
info@fkks.se









Di 1ê Îlona 2012ê de li Stockholm ABFê Serokê Encûmana Niştimanî ya Sûriyê(ENS) Abdulbasit Seyda li ser rewşa Sûriyeyê semînerek da. Semîner ji aliyê Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) hat organîzekirin û gelk kes bêşdarî semînerê bûn.

Abdulbasit Seyda li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê sekinî û di van sal û nivê dawiyê de buyarên ku qewimêne anî zimên û li ser têkiliya ENS bi Encumaniya Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê(ENKS) rawestiye.

Bêşdarvanên semînerê gelek pirs di derbarê çareserkirina pirsa Kurd û siyaseta ENS de jê pirsîn. Li ser pirsan Seyda got ku di her civîna ENS dê em li ser pirsa kurd li Sûriyeyê çawa bê çareserin disekinin û di nav ENS de munaqeşe hene. Li ser têkiliyên wan bi Kurdan re Seyda got têkiliyên wan baş in û bi taybet jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vî warî de roleka pir baş listiye.

Hêjayî gotinê ye ku Abdulbasit Seyda bi eslê xwe kurd e ûbi salan di nav tevgera Kurdêîn Sûriyeyê de di sewiyekê bilind de siyaset kiriye û nuha serokê ENSê ye û ev ji aliyê DYA, Welatên Rojava û Tirkiye, Arabistana Suûdî û Katarê ve tê destekkirin.





Dr. Abdulbasit Seyda, serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrîye, dê li ser rewşa dawî ya Sûrîye agahdarî bide
Dem: Şemî, 1-09- 2012
Wext: 13.00 - 16.00
Cî: ABF – Katasalen, Sveavägen 41, Sockholm

Amadekar: FKKS bi hevkariya ABF