Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS silav li rêkeftina dîrokî ya di navbera ENKS û PYDê li Rojavayê dike
2020-06-17 23:00
fkks
info@fkks.se



Di civînek çapameniyê ya hevbeş de, hat ragihandin ku tevgerên siyasî yên Kurd ENKS û PYD li Rojavayê Kurdistanê bi navbeynkariya rasterast a Serok Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Necirvan Barzanî gihîştine yekîtiyek dîrokî.

Vê nûçeya girîng li seranserê cîhanê şanaziyek mezin di nav kurdan de çêkir. Em bi germî destxweşîyê li nûnerên herdu partîyan dikin ku wan di xilaskirina nakokîyên dûr û dirêj yên heyî de roleka erênî pêk anîn. Ji dil pîroz be.

Bi vê pêvajoya dîrokî em bang li hemû Kurd û rêkxistinên sîyasî dikin ku piştgirîyeka xurt bidin vê yekîtîyê û vê pêvajoyê bikin bingeh ji bo vegera gelên Rojava ku di bin dagirkerî û zordestîya Tirkiyê de dijîn.

Di heman demê de, em ji Neteweyên Yekbûyî, welatên hevpeymaniya navdewletî û herweha ji hukumeta Swêdê daxwaz dikin ku vê lihevhatinê wek nûnerê meşrû yê gelê Rojava binase û rê veke ku ew bibin di avakirina paşeroja Sûriye nû de bibin terefek meşrû.
17.06.2020