|
Wefat- Sersaxî |
|
2018-06-14 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hevwelatîyê me, endamê berê yê Komîteya Kargêr yê FKKSê û yek ji damezirandinê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê(YNK) Abdulrezaq Feylî (73) di 13-06-2018ê de li Sileymaniyê koça dawî kir.
Ebdurezaq Ezîz Mîrza ku bi navê Ebdurezaq Feylî tê nasîn, niştecîyê Swêdê bû;di Kongreya 10em 1990 û di Kongreya 12em 1992 de endemetîya Komîteya Kargêr ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kir.
A. Feylî demek Wezîrtîya Peywendî û Hevkarî yê Herêma Kurdistanê kirîye û herweha li ofîsa rêxistinê ya YNKê, berpirsê ofîsê bû û piştre bûbû Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNKê.
Ebdurezaq Ezîz Mîrza kurdê feylî bû û di sala 1945ê de li Baxdayê ji dayik bibû û bavê sê zarokan bû.
Bi wefata wî em xemgîn in. FKKS ji malbata wî re, ji serkirdayetî, endam û dostên YNKê re û ji kurdên feylî re sersaxî, sebir û metanetê dixwaze. Bila serê gelê Kurd sax be.
14.06.2018 FKKS
|
|
|