Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
20 salîya "Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî" pîroz be!
2019-02-21 17:00
fkks
info@fkks.se



Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafeke bingehîn yê mirovî ye. Yek ji armancên damezirandina Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ji bo vî mafî di hundirê sîstema perwerdeyî ya Swêdê de bi kar bîne; û zimanê kurdî biparêze û pêşbixîne, bû. Ew di xebata xwe ya 38 salan de vêya di jîyanê de gelek pêşxistîye û îro bi ”Ekola Kurdên Swêdê” dihên binavkirin.

FKKS di hemû kongre û civînên xwe de û bi taybet jî wexta li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê minaqeşeyên li ser perwerdeya zimanê kurdî geş bibûn; di kongreya xwe ya 24-mîn (2010) de bi yek dengî biryar girtîye û bang li hikumeta Tirkiyeyê kirîye ku; divê zimanê kurdī bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

Dewletên ku kurd di bin nîrê wan de ne û bi taybet jî dewlet û hûkmeta Tirkîye kurd wek miletekî cûda û mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî hin bi makezaqonî qebûl nake: lê di encama nemzetîya endametîya wê ya bo YEê, di 25 Hazîrana 2012ê de bi ”Biryara 69 a Seroktîya Dezgeha Talîm û Terbiyê” bi navê ziman û lehçeyên zindî wek litfekî kurdî di pola 5-an de wek dersa bijarte qebûl kir, lê di pratîkê de gelek astengî derxist û derdixîne pêşîya wan malbat û şagirtan ku ew vê dersê hilbijartine. Lê divê kurd dev jî vî mafî bernedin û ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk xebatê bikin.

Dewleta Tirk di van çend salên dawîyê de bi temamî sîyaseta xwe li hember miletê kurd guherandîye; hebûna kurdan ji bo xwe xeter dibîne û kiriye pirsa bekayê û naxwaze kurd li ti derî dinyayê mafên xwe bi dest bixin. Ew hiqûq û yasayên xwe û yasayên navneteweyî binpê dike, doz di derheqê wan partîyên yasayî yên ku di navî wan de ”Kurdistan” heye û li dijî şîddetê ne û bi rîyên demokratîk û siyasî dixwazin pirsa kurd çareser bikin, vedike û dixwaze wan qedexe bike; heta di jîyana rojane de yên bi kurdî diaxifin tûjî êrîşan dibin û dihên kuştin. Bûyera ku di 22ê Desembra 2018ê de li bajarê Tirkiyê Sakaryayê qewimî nimûneya vê yekê ye. Ji ber ku bav û law bi hev re kurdî qise kiribûn bav hat kuştin law birîndar bû.

FKKS di roja zimanê zikmakî de bangî dewletên serdest û bi taybet jî hikumeta Tirk dike ku dev ji vê sîyaseta xwe ya absurt berde, nasnameya kurdî bi fermî û yasayî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.

xxx
Di 21ê Sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanî (ûrdû) bibe zimanê fermî, xwendekar nimayîşeka mezin organîze kirin. Polîsên dewleta Pakistanê êrîş bir ser xwendekaran û 11 kes hatin kuştin. Lê bengladeşîyan ji bo mafê zimanê xwe yê zikmakî dev ji vê têkoşîna xwe bernedan û 21ê Sibatê jî wek roja şehîdên zimanê xwe bibîr dianîn.

Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999ê de vê rojê weke “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” qebûl kir û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan dihê pîrozkirin.

Di Beyannameya Mafê Zarokan de ev maf hatiye destnîşan kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina ”Beyannameya Mafê Zarokan” vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.
21ê Sibat 2019
FKKS