Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Izol bi Dîrokterê HRW yê NYê Louis Charbonneau re
2018-11-09 11:00
fkks
info@fkks.se


Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Izol bi Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirovî (HRW) yê NYê Louis Charbonneau re
Serokê FKKSê Keya Îzol bi heyeta Federasyona Neteweyên Yekbûyî yên Swêdê li New Yorkê bi Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirovî (HRW)yê NY Char Charbonneau re hevdîtinek pêk anî.

Keya Îzol li ser binpêkirina mafê mirovî li Tirkiyeyê û herêma Kurdan dîtinê xwe anî zimên û bi taybetî di navbera salên 2015 û 2017an de kiryarên dewlet li dijî sivîlên kurdan û bi tevayî di îhlalkirina mafê mirovî de agahî da û agahîyên xwe bi nimûneyan destnîşan kir û pirsî ku HRW di vî warî de çi kirîye û ji bo tawanbar di mahkemeyên navneteweyî de bihên darizandin çi pewîst e?

Dîrektorê Human Richt Watch Char Charbonneau di bersiva xwe de, zahmetî û astengîyên li ber çavderîya mafê mirovî ku li Tirkiyeyê heye, qebûl dike û dibêje;

- ew ji binpêkirina mafê mirovî agahdar in û li Tirkiyeyê çi diqewime ew pê dizanin û malûmatên baş di destê wan de hene. Li îmkanan digerin ku ew di vî warî de bi Tirkiyeyê re biaxifin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan hewildide nîşanî raya giştî ya dinyayê bide ku ew çawa doza Kaşikçî çareser dikin, lê herkes pê dizane ku li dinyayê herî pir rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Ji bo îhllakirina mafê mirovî ew dixwazin bi Tirkiyeyê re bikevin diyalogê; ew zanin ev ne hesa ye lê, xeynî vêya jî rêyeka din tuneye.