Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
DAXUYANIYEK PÊWÎST
2019-10-20 13:00
fkks
info@fkks.se


9 ê cotmehê Tirkiye dest bi operasyona leşkerî kir. Daxwaz ji aliyê berpirsê PYD li Swêdê hat kirin ku FKKS ji bo piştgiriya Rojava,li hember êrişên Tirkiye inîsîyatîfê bigre,serpereştiya xwepeşendanek girseyî bike.Ji ber hokarên heyî pêşniyarek wiha ne realîst bû.

Lewra jî FKKS ne hazir bû ku inisiyatifek weha werbigre. Ji ber wê jî ji derveyî me bi navê Komiteya Piştgiriya Rojava komîteyek hat damezrandin.. Pişti wê li ser banga wê Komîteyê civînek hevbeş bi beşdariya Komiteya Havkari û FKKS encam da. Di wê civînê de dîsa pirsa ala û sembolan derket pêş û civîn bêyî ku netîce werbigre bi dawî hat.

Komita Rojava ji bo beşdariya FKKS ê ya di xwepeşendana 12ê cotmehe careka din name şandin û daxwaza hevditinê kirin. Di hevdîtinê de me ji berpirsên wan re bîr û raya FKKSê got û ji wan daxwaz kir, girêdayî rewşa hessas ku em tê de ne û ji bo berjewendiyê giştî ya kurdên Rojava ku di bin êrişeke dıjwar de ne, di xwepeşendan de tenê ala Kurdistanê û sembolên Rojava bê rakirin û şiarên derheq êrişa Tirkiye û daxwazên me ji raya giştî derxînin pêş. Di wan hevditinan de soz hat dayin ku ew daxwazanên me dê pêk werin.

Em jî wek KK ya FKKSê vê pirsê di nav xwe de niqaş kir û me biryareka wiha girt;

Em ê wek FKKS di nav organizasyon an komîteya amadekar de nebin, bi ala Kurdistanê tevlê xwepeşendanê bibin û li gor rewşê serokê FKKSê axaftinek bike.

Roja 12 ê cotmehe di destpeka xwepeşendanê de tenya ala Kurdistanê û sembolên Rojava hebû lê peyder pey sembolên din jî hatin qada xwepeşendanê. Li ser wê me nerazîbûna xwe bo wan got û bi tundî rexne li wan kir ku çima ew soza xwe naynin cih.

Rewşa heyî rewşeka gelek dijwar e. Miletê me di bin êrişeka mezin de ye, bi sedhezaran derbeder bûne, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi sedan birîndar in. Wek Serok Mesud Barzani jî di beyana xwe de pê amaje dike; "Roj roja yek dengîya kurdan e, ne roja ku em dijayetiya hev bikin, behsa nakokîyên xwe yen heyî bikin, divê em biaqilane tevbigerin daku li hember van tehdît û metirsiyan bersîvê wan bidin û miletê xwe biparêzin".

Em wek FKKSê rewşa heyî ji nêzik ve dişopinin û berdewam dibin ji bo berjewendiya gelê xwe yê Rojava, em ê li hemberên êrîşên hovane ya Tirkiye bixebitin.

Hin nakokiyên ku di navbera rexistinen siyasi de hene ne mijara me ye. FKKS rexistinek demokratik û civakî ye girêdayî tu hizban tevnagere. Em rêxistinek Kurdistanî ne û ji sala damezrandina xwe 1981an heya îro bi helwest, daxûyanî, çalakiyên xwe li ber çavan e. Bi tu awayî rê nadin ku rêxistina me, helwesta me bi metodeka dijminane bibe babeta tevgerên kes û rêxistinên tarî. Ên ku dixwazin pirsên wiha bikin babeteka sereke li gor berjewendiya gelê Kurd û doza Kurdistanê hereket nakin.Em bang li hemû endamên xwe dikin ku bi tu awayî rê nedin mineqeseyên wiha.

FKKS