Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Cewher Namiq Salîm wefat kir
2011-03-22 10:00
Fkks
info@fkks.se
Serokê yekem yê Parlementoya Herêma Kurdistanê û Sekreterê berê yê mekteba siyasî ya PDK-Iraqê Cewher Namiq Salîm(65) di 21ê Adara 2011ê de li Stockholmê ji nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe.

Xebat û tekoşîna Cewher Namik Salîm ya bi dehên salan dê nayê ji bîrkirin. Bi wefata wî gelê kurd kadroyekî xwe yê jêhatî û ronakbirekî xwe yê hêja wenda kir. Bila serê malbata wî, dost û hogirên wî û serê miletê kurd sax be.

Cewher Namiq 1946ê li devera Berlutî ser bi bajarokê Kelarê jidaîkbûye. Kolêja zanistên aborî li zanîngeha Mustensirye li Bexdayê temam kiriye. Di xortîniya xwe de peywendî bi rêxistina PDK kiriye. Di sala 1975ê de di Qiyada Muweqd de berpirsê devera Behdînan bû. Di kongreya 1979ê de bû endamê polîtburoya PDKê. Di sala 1991ê de berpirsê Bereyê Kurdistanî yê wîlayeta Kerkûkê bû. Di sala 1992 di listeya PDKê de yekemîn serokê parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Sala 2000-2003 sekreterê polîtburoya PDKê bû.

22.03.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê