|
|
|
FKKS, 30-mîn salvegera xwe bi şevagengekî pîroz kir! |
|
2011-05-16 10:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 14ê Gulana 2011ê de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li Stockholmê 30-mîn salvegera xwe bi şevagengekî pîroz kir. Di pîrozbayiyê de kesên ku di van 30 salan de di organên FKKSê; Komîteya Giştî(KG), Komîteya Kargêr(KK), Komîteya Revîsor(KR) Komîteya Rawêj(KR) de kar kirine bêşdar bûn. Herweha berpirsê medyaya kurdî, nûner û berpirsê rêxistin û partiyên kurd û Kurdistanê di pîrozbayiyê de amade bûn. Peyamên pîrozbayiyê hat xwendin. Rûmuza FKKSê ji aliyê seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan li endamên berê û niha wek diyariyek bîranînê hat dayin û bi hevre risim hat kişandin. Pirşeng Tuwana bi dengê xwe yê xweş şevê geş kir, şahî heta derengê şevê bi grûba muzûkê ya Azad bi govendê dewam kir.
Pîrozbayîya 30-mîn ya FKKSê, di Şemîya, 14ê Gulana 2011ê de di seat di 11:00ê de li Stockholmê li hallonbergen di restoranta Darin de dest pê kir û heta 24:00ê şevê dom kir. FKKSê bi organên xwe yên nuha konferansa xwe ya salane li dar xist û muhasebeya xwe ya salane ber bi çav re derbas kir. Serok, sekreter û berpirsê aborî û komîteyên kar raporên xwe pêşkirin; li ser raporan hat muanqeşekirin û serokên komelêyên endam dîtinên xwe li ser raporan anîn zimên û li ser çalakiyên xwe rawestiyan. Konferans ber bi 16:00 de xelas bû. Di navbera 16:00 heta 18:00ê kesên ku di organên FKKSê yên di van 30 salên dawiyê de kar kiribûn û beşdarê pîrozbayiyê bibûn, dîtin û serboriyên xwe yên ku dema di oraganan de kar kiribûn, anîn zimên.
Di seat 19:00 de servîsa xwarinê dest pê kir. Endamê Komîteya Karger û berpirsê navxweyî Cotyar Şerif pêşkêşkiriya şevê kir. Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan bi munasebeta 30-mîn salvegerê peyamek pêkêş kir. Peyama wê cûda çap dikin. Serokê Komîteya Netverka parlamnetoya Swêd- Kurdistan parlamneterê Partiya Gel(Fp) Fredrik Malm di şahiyê de gotarek pêşkêş kir û gotara wî ji aliyê bêşdaran ve bi çepikan hat pêşewazîkirin. Serokê Rêxistinên Etnikî yên li Swêdê (SIOSê) (ku FKKSê jî endamê vê rêxistinê ye) Bijan Shafiei di axaftina xwe de got ku, di nav endamê SIOSê de FKKS rêxistina herî aktîf û dînamîk e û kêfxweşiya xwe anî zimên ku yek ji wan endamê wan FKKSê bi şahiyeka weha 30 saliya xwe pîroz dike. Li ser navê Hevkariya hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Şefik Kaya peyivî. Gotara wî cûda çap dikin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 22ê Gulana 1981ê de hatiye damezirandin; rêxistineke demokratîk e û bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayî ye. Di nav rêxistinên kurdan de nimûneyaka yekta ku ji hemû beşên Kurdistanê ji bîr û dîtinên cûda însan di bin baskê xwe de civandiye û li ser van xalan armanca xwe diyar kiriye; • Kurdan li Swêdê temsil dike û ji bo berjewendiya civata kurd li Swêdê xebat dike. • Kurdên li Swêdê di derheqa civata Swêdê de agahdaar dike û ji bo çareserkirina pirs û pirsgirekên kurdên li Swêdê û ji bo pirsa integrasyonê xebatê dike.
• Ji bo pêçdebirina ziman û belavkirina çanda kurdî xebate dike.
• Ji bo çareserkirina pirsên jin û ciwan, zarok û handikapên kurd xebatê dike û ji bo peçdebirina wan hewildide ku û îmkanan amede bike.
• Alîkariya penaberên kurd dike û wan di derheqa mafên penaberan de agahdar dike. Ji bo başkirina rewşa wan hewil dide.
• Gelê Swêdê di derheqa pirsa û Kurdistanê de agahdar dike û ji wan doza piştgiriyê dike.
• Li dij zordestiyê piştgiriya tevgera gelê Kurdistanê ya li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dike û ji parastina nasnameya neteweyî xebatê dike. • Bi rêxistinên demokratîk û civakî (çi Swêdî, çi biyanî) re hevkarî dike.
• Federasyon ji bo mafên biyaniyan û penaberiyê li gor peymanên naneteweyî û prensibên beyana cîhanê ya mafê mirovan bên parastin dixebite Li diasporayê dezgeheka weha neteweyî û demokratîk bi çalak û dînamîk 30 sal li ser lingan hiştin ne karekî hêsa ye û ev jî bû para kurdên li Swêdê. Ev nimûneyek xweş e ku divê hemû kurd pê serfiraz û serbilind bin. Ber bi 30 salên din ve!
Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan:
”30 -mîn salvegera FKKSê li me hemûyan pîroz be!”
Mêvanên rêzdar, Serok û nûnerên komeleyên endam, nûnerên Komîteya Hevkarî , nûnerên rêxistinên kurd, beşdarên hêja, Ez li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dilgermî xêrhatina we dikim. Spas ji bo beşdariya we. Spas ji bo peyamên we, Spas ji bo piştgiriyên we!
Federasyona me 30 sal berê di 22 Gulana 1981 an de hat damezirandin. Spas bo komele û kesên ku Federasyonê damezirandin. Spas ji bo we hemûyan ku di nav van 30 salan de bi awayên cuda, di demên cuda de mil dane vê dezgeha bê hempa û tê de xebat kirine. 30 yêmîn salvegera Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li me hemûyan pîroz be! Amanca sereke ya avakirina Federasyonê, pêkanîna platformekî hevbeş bo kurdên Swêdê bû. Pêwîstîyek hebû ku, kurdên ji her çar beşên Kurdistanê li Swêdê bi riya dezgehekî weha ku ne girêdayî partî an jî olî bû bihatana temsîl kirin, bi yekgirtî dengê kurd bihata bihîstin, bo piştgirîya gelê kurd, bo pênaberên kurd, bo ziman, nasname û kultur xebatek hevbeş bihata kirin. Kesên ku Federasyonê ava kirin, penaberên sîyasî bûn. Gelek ji wan penaberan weha hesap dikirin ku dê demek li Swêdê bimînîn û dûre vegerin welat. Ew dem yên ku 50 sal bûn, niha 80 salî ne, ew dem yên ku 30 salî bûn, niha 60 salî ne, ew dem yên ku 20 salî bûn, niha 50 salî ne. Beşdarên birêz, bi gotinekî dî dema dewîr teslîmkirinê hatiye. Lê ez ne bawer im ku ev modela rêxistinî, ev struktur, ev usûla xebatê li gor nifşa niha be. Ewana dixwazin bi awayê dî kar bikin, naxwazin bi seetan civînan de rûnin, dixwazin di derdora pirsekî ku bo wan balkêş e bicivin, bi rîya medya û komîteyên hevkar , kulubên fikrî werin cem hev. Nifşa yekem li Swêdê Federasyonek li gor xwe çêkirin. Ez hêvîdar im gencên me jî dê rojek Federasyonê li gor xwe reorganîze bikin.
Dîroka kurdên Swêdê bi awayekî dîroka Federasyonê ye. Berê em pênaberên kurd bûn, niha em kurdên Swêdê ne. Di nav van 30 salan de gelek tişt hatin guhertin. Pirsiyarên civakî ku me xeyal nedikir di nav civata kurdan de derketine holê. Beşek ji welatê me azad bû. Zarokên kurd niha bi serbilindî dibêjin Kurdîstan, parlamento û hikûmeta me heye. Kurd û zimanê kurdî hendî li Tirkiye tabû nîn e. Rewşa xesas ya Herêma Kurdistanê, rewşa kurdên bakûr, rojhilat û rojava hê jî piştgirîya me pêwîst dike.
Yek ji erka Federasyonê piştgirîya çareseriya pirsa kurdî bi rîya aştîyê ye. Piştgirîya demokratîyet e, mafên mirovan e. Ji bo nasname, ziman û çanda kurdî karkirin e.
Rola Federasyonê ya dî ya girîng ev e ku bo mafê zimanê zikmakî, li dij nijadperestî , cudayetî , bo yeksanî, bo civatekî piralî û pirkulturî kar kirin e. Ji bo pêkanîna van armancan me li gor xwe kar kirine. Me dengên kurdên swêdê di qada bilind de dane bihîstin. Me bi sedan proje, konferans, bîranîn û pîrozbahî pêkanîne, me çendin destkeftin wek hebûna avahîya Federasyon, radyoya kurdî, beşa kurdî li Folksamê, têkîlîyên baş digel dezgeh û siyasetmedarên biyanî û swêdî bi destxistine. Em di nav Konfederasyona biyaniyan de ku tê de 20 Federasyonên biyanî endam in, bi çalakî beşdar in. Serokatî ya SIOS ê kirine , niha em li wir posta cigîrtiya serok wergirtine. Di birêvebirîya Weqfa Kitêbxaneya Kurdî de wek cigîra serok beşdarî dikin.
Tesîra Federasyonê li pey her destkeftîyên civata kurdan li Swêdê mezin e. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji çar beşên Kurdistanê ewqas kes bo amancên hevbeş anîye cem hev. Ev tecrûbeyekî mezin e bo demokratîyetê. Endamên Komîteya karger û yên giştî bi hezaran saetên xwe bo xizmeta vê dezgeha demokratîk, netewî û serbixwe dane û didin.
Mevanên ezîz, beşdarên hêja, Di dawîyê de dixwazim ji dil û can spasiya hemû xebatkarên Federasyonê û komeleyên endam bikim. Silavên xwe yên germ jibo yên ku îro nikaribûn beşdarî bikirana û ji me re peyamên xwe şandine re dişînim. Cerekî dî bi dilgermî xêrhatine we dikim. Bijî xebata 30 salan! Her bijî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê! 2011.05.14 Sermin Bozarslan
Damezirandina FKKSê
Li gorî protokolan, tarîxa damezirandina FKKSê 22.05.1981 e. Ev tarîx di heman wextê de tarîxa kongreya yekem (ya jî kongreya damezirandinê) a FKKSê ye û ev kongre ji aliyê 6 komeleyan û ji her komleyan 2 nûner ve hatiye li dar xistin. Ev komele, Komeleyên partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê bûn û wê demê bi van navan, dihatin naskirin: DDKD, KUK, Riya Azadî û Ala Rizgarî.
Lê di vê kongreya damezirandinê de nûnerên van komeleyan li ser seroktiya Federasyonê li hev nekirin. Ji bo wê jî di eynî salê de yanî di 5-6/12-1981ê de kongreya duyem hat li dar xistin. Di vê kongreyê de nûnerên van komeleyan li hevkirin ku ji bona salekê du(2) berdevk/berpirsiyar bên tayîn kirin û her yek 6 mehan berdevkiya Federasyonê bike. Ji bo 6 mehên pêşî Keya Îzol û ji bo 6 mehên din jî Salih Ince hatin hilbijartin. Lê di kongreya 3em ku di 4-5-12/1982an de pêk hat di vê kongreyê de Salih Ince wek serokê Federasyona komeleyên kurd hat hilbijartin.
Endamên Komiteyên Kargir a FKKSê - Ji damezirandinê heta nuha
Avakirina Federasyonê 22 Gulan1981 Ji aliyê 6 komeleyên kurd ku her yek dilxwazê partî an jî rêxistineke bû hat avakirin.
Keya Izol- Esref Okumus (Berdevk- kontakman) Salih Ince, Nazif Berfirati, Serefxan Cizirî
Kongreya duyem 5-6/12-1981
Salih Ince- Keya Izol (Berdevk- kontakman) Eşref Okumus- Berpirsê Aborî Şerfexan Cizîrî- Berpirsê Agahî û weşanê Harun Eliacik/Şiyar- Berpirsê rêxistinî
Kongreya sêyem Januri 1982
Salih Ince (Serok) Keya Izol Mahmud Kiper Cewdet Harun Eliaçik Eşref Okumuş Şoreş Eskerî
Kongreya çarem 17-18/01-1984 Mahmud Kiper (Serok) Saih Ince Keyo Cigerxwin Sakip Uzun Şoreş Askeri Kadir Kakeli
Kongreya pêncem 26-27/01-1985 Di 16.06 1985an de federasyon bi kongreyeke awerte sistema xwe guherand. Di çerçeweya Belediyan (komunan) de sistema xwe ava kir.
Harun Eliacik (serok) Vehab Serin Keyo Cigerxwin Ahmed Karamus Siddiq Bozarslan Ahmed Meki Hamid Newroz
Kongreya şeşem 1986 (Komiteya Muweqet ji bona 6 mehan) Zinarê Xamo(serok) Zubeyr Cigerxwin Aram Gernas Harun Eliacik Kurdekî Iranê(resam)
Kongreya Şeşem 1986 Hanefi Celebli (serok) Nafi Cilgin Battal Eziz Hemid Newroz Sedat Anter Ahmed Qaramus
Kongreya heftem 14-15/02-1987 Hanefi Celebli(Serok) Keya Izol Cemsid Resul Cemil Tahir Hemid Newroz
Kongreya heştem 14-15/02-1988 Keya Izol(serok) Sebahat Eli Zerdest Ahmed Qaramus Hemîd Newroz Cemil Tahir
Kongreya nehem 11-12/02-1989 Keya Izol Cemil Tahir Hemid Newroz Ahmed Qaramus Hesenê Qazî Dicle Qizil Hamed Geweri
Kongreya dehem 10-11/02-1990
Keya Izol(Serok) Vildan Tanrikulu Ahmed Qaramûs N. Kiriv A. Rezaq feyli Cemil Tahir Hemid Newroz Şêrko Bêkes Ibrahim Çorabçi
Kongreya yazdem 8-10/02-1991
Vildan Tanrikulu(serok) Ahmed Qaramûs N. Kirîv Mahmud Kiper Berzan Şaxsiwar Hemid Kilicaslan Koyo Berz
Kongreya dozdem 22-23/02-1992 Vildan Tanrikulu (serok) Ahmed Qaramus A.Rezaq Cemal Batun Xebat Arif Mahmud Kiper Husro Goran Hemid Geweri
Kongreya sêzdem 27-28/02-1993 Vildan Tanrikulu(serok) Ahmed Qaramus Mustafa Aydogan Husamettin Aslan Cemal Batun Şermîn Bozarslan N. Kirîv Hemid Gewerî
Konferansa Yekem 28-29/05-1994
Vildan Tanrikulu Ahmed Qaramus Mustafa Aydogan Husamettin Aslan Cemal Batun Şermîn Bozarslan N. Kirîv Hemid Gewerî
Kongreya çardem 1995
Mustafa Aydogan(serok) Nebi Bal Husamettin Aslan Şermîn Bozarslan Dilêr Berzenci Helale Qazî Ahmed Qaramus Hemid Gewerî
Kongreya panzdem 1996
Şermîn Bozarslan (serok) Şefîk Kaya Kovan Amedî Keya Izol Nebî Bal Hesen Şêxo Seyran Duran Hemdi Gewerî
Kongreya şazdem 10-11/05-1997 Keya Izol(serok) Nebi Bal Necdet Gundem Şoreş Zirek Selam Ciziri Selam Numan Hemid Gewerî Çiyavan Bamerni Seyran Duran
Kongreya huvdem 4-5/04-1998 Keya Izol Nebi Bal Asî rabatî Kovan Amedî Seyran Duran Hamid Gewerî Selam Cizîrî
Kongreya hijdem 10-11/04-1999
Keya Izol(serok) Hemîd Gewerî Asî Rebatî Kovan Amedî Adil Enwer Seyran Duran Gulan Avci Fahri Olçer Selam Cizîrî
Kongreya nozdem 21-22/10-2000 Biryar hat girtin ji du salan carek kongre çêbibe Keya Izol(serok) Hemîd Gewerî Nasir Feyzullah Vildan Tanrikulu Nizal Mahmûd Kovan Amedî Faxrî Olçer Seyran Duran Şukri Demir Enwer Karahan
Kongreya bîstem 17/18-05/2002
Keya Izol(serok) Hemîd Gewerî Kovan Amedî Silîva Hessen Asad Yusufî Nîzal Mahmûd Vildan Tanrikulu Bawer Çoskun Nûrî Salih
Kongreya bîstîyekem 15/16-05 2004
Sermin Bozarslan (serok) Hemîd Gewerî Selam Cizîrî Keya Îzol Medya Hessen Kovan Amedî Pirseng Tuana Seyran Duran(Ji YJK) Ciyavan Bamerni(ji YCK) Nezir Akat (cigir) Sefîk Kaya (cigir) Nûrî Salih (cigir)
Kongreya bîstûduyem 20/21- 05 2006
Sermîn Bozarslan (serok) Pirseng Tuwana Selam Cizîrî Dr. Marûf Ersad Kerîm Suleyman Midya Cegerxwîn Kovan Amedî Aso Zend Loqman Ertas Kasim Qahramanî
Kongreya bistûsêyem 17/18-05 2008
Sermîn Bozarslan (serok) Pirseng Tuwana Selam Cizîrî Serdar Dizayi Kerîm Suleyman Cotjar Serif Kovan Amedî Amanc Hessen Şukrî Demir Loqman Ertas Kasim Qahramanî
Kongreya bistûçarem 15/16-05 2010
Şermin Bozarslan (serok) Pirshang Twana Jotiar Sherif Selam Ciziri Kerim Suleyman Qasim Qehramanî Welat Kiliçaslan Sosin Guven Şukrî Demir Zuher Berwarî
|
|
|
|
|
|
|