Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna Şêwirê ya Wezareta Kar a Swêdê
2011-11-03 12:00
Selam Cizîrî
nander1@hotmail.com



Di 2ê Mijdara 2011ê de bi navê “Karê pêşerojê jibo mafê mirovan beşê diskrimînasyonê (Lidervehiştin) “ konferanseke pir girêng ji aliyê Wezareta Kar a Swêdê (Arbetsmarknadsdepartamemtet)li cihê wezaretê(Rosenbads) pêk hat.

Wezareta Kar a Swêdê li dor sed dezgehên demokratik û sivil vexwendibûn vê civînê. Yek ji wan jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bû.

Li ser navê wan dezgehan li dor 118 kesî beşdarê vê civînê bûn. Ji wan sed û hijde kesan yek jî ez bûm. Her çiqas bi sedan dezgehên demokratik û sivil yê kurdan hebe jî, lê mixabin ji derveyê min tu kurd li vê konferansê da beşdar nebibû.

Dikare du sedemên vê nebeşdarbuyînê hebe. Ya yekem nevexwendin û ya duyêm ji kêmbuna interesê jibona konferansên wisa. Min li ser vê babetê rexne ji berpirsên amadekerên konferansê kir. Yek ji wana got ku ” ji dezgehên kurdan me çen dezgeh vexwedniye, lê mixabin wana bersiv nedane. Hêvî ya min ew e ku di konferransên bet da başdarbuyîna me kurdan di astek bilintir de be.
Konferans li ser çar beşan hatibu rêzkirin. Ev çar beşên han ji 25 xalan pêk hatîbun. Mafê meriv hebû ku her carekê meriv herê pir sê deqiqeya li ser wan xalan bipeyîve. Min li ser navê FKKS du caran mafê peyvê sitand û ez li ser sê xalan rawestiyam..

Ya yekem; Mafên penaberîyê. Min minak da ku pirranîyê kurdan ra, mafê penaberîyê nayêt pejirandin. Bi teybet her ciqas rewşa kurdên Rojava û Rojhelat di herê asta xerab de be jî, lê mixabin ji seda nod ên wan ra nepejirandin tê. Min minaka bist kesên ji Rojhelatê kurdistanê yên ku li greva birçibuyînê dane li ber çavan rêz kir û ji ber wê sedemê politika hukumeta Swêd ya mafê wergirtina penaberîyê rexne kir. Hêvî kir ku wan pêşinyarîyên min jibona wezareta penaberan (migrationsverketê ) bê şandin. Ji ber ku, Iran di dardekirinê de di cihane da yekemîn e.

Ya duyem; Mafê perwerda zimanê dayîkê. Min minaka ku bist sal ji berê ya ku di zaningeha Stockholmê da, ji bo perwerda mamosteyan ji bo bibin mamosteyên kurdî da. Pirs kir ku çima ev perwerdeya maosteyan li zaningehê hatîye rakirin. Di roja iroyin da pêwîstîya kurdên Swêd û gellek cihên Kurdistanê pêwîstîyek mezin jibona mamomstan û wergeran heye. Hêvîya me ew e ku em kêmasîya han bête dagirtin

Ya sêyem; Rapora yekitîya Netawan a di derheqa Swêd da jibo damezrandina institutiona natewî ya bêlayan ji bo mafê mironvan da bû.. ” (bi navê oberoende nationell institution för mänsliga rättigheter)

Wek tê zanin ku YN (Yekitîya Netewan ) di sala 2010 da raporekek bi insîyatîva 14 dewletan rexneyek li dewleta Swêd kir ku çima ” heya niha institutionek bêlayan jibo mafê mirovan nehatîye avakirin” ? Min pirsî gelo ev intitutiona han îsal 2011 hatîye damezrandan ya na û nabe sedemê wê çîye.?

Li gor bawerîya min konferansa hanê konferansek pir naverok û bi wate bû. Kêm bêşdarbûyîna me cihê daxê ye. Hêvî ya min ew e ku di konferansên bêt da em bi hiztir beşdarê wan bibîn.
Li gel silav û rêzên min.
2011.11.03

Selam Cizîrî
Berpirsê aborî yê FKKSê