|
FKKS bi tundî hemû kiryarên hovane yên Komara Îslamî şermezar dike |
|
2016-06-20 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Birêz Mistefa Hicri- Sekreterê Giştî yê PDK-Î
Bi munasebeta şehîdbûna şeş pêşmergeyên PDK-Î, em hestên xwe yên serxweşîyê digîhînin Partîya we, binemal û dostên şehîdên qehreman ku bi destê rejîma kevneperest ya Komara Îslamî hatin şehîdkirin. Ew ji bo azadîya Kurdistanê, ji bo dozeke pîroz jîyanên xwe ji dest dan. Bi rêz û hurmet em wan bibîr tînin û êşa we parve dikin.
Di bin desthilatdarîya Komara Îslamî de bi sedan ciwanên û kadirên Kurd hatin qetilkirin, dardakirin û zîndankirin.
FKKS bi tundî hemû kiryarên hovane yên Komara Îslamî şermezar dike. Wek Dewletên din yên dagîrker Îran jî divê destên xwe yên bixwîn ji axa Kurdistanê vekşîne.
Em ê wek FKKSê, li dij hemû zordestîyên Îranê, bêwestan xebat bikin da ku miletê me azadîya xwe bi dest bixe.
19.06.2016 Di gel silav û rêz Keya Îzol Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|