Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayîyê ye
2016-02-21 12:00
fkks
info@fkks.se


Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina Beyannameya Mafê Zarokan vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.

“Roja Zimanê Zikmakî” jî ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan dihê pîrozkirin.

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovî ye. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye û yek ji damezirandina sebebê FKKSê parastin û pêşxistina zimanê kurdî bû. Ew di xebata xwe ya 35 salan de vêya gelek pêşxistîye û di hemû kongre û civînên xwe de û bi taybet jî wexta li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê minaqeşeyên li ser perwerdeya zimanê kurdî geş bibûn di kongreya xwe ya 24-mîn (2010) de ew bi yek dengî biryar girt ku; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

Dewletên ku kurd di bin nîrê wan de ne û bi taybet jî dewlet û hûkmeta Tirkîye kurd wek miletekî cûda û mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî hin bi makezaqonî qebûl nake: lê di 25 Hazîrana 2012ê de bi biryara 69 a Seroktîya Dezgeha Talîm û Terbiyê bi navê ziman û lehçeyên zindî wek litfekî kurdî di pola 5-an de wek dersa bijarte qebûl kir lê di pratîkê de gelek asteng derdixe pêşîya wan malbat û şagirtan ku ew vê dersê hilbijartine.

FKKS di roja zimanê zikmakî de bangî dewletên serdest û bi taybet jî hikumeta Tirk dike ku dev ji vê polîtikaya xwe berde, nasnameya kurdan bi fermî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

21.02.2016
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê