Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ”Kiryara terorîstî ya Hewlerê şermezar dike”
2013-09-30 15:00
fkks
info@fkks.se

FKKS: ”Kiryara terorîstî ya Hewlerê şermezar dike”



Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi tundî kiryara terorîstî ya ku di 29 Îlona 2013ê de li Hewlerê qewimî şermezar dike. Kiryara terorîstî ku li hember avayîya asayîşa rêveberîya Hukmeta Herêma Kurdistanê pêk hat û di encamê de 6 terorîst hatin kuştin û 6 karmendên asayişê şehîd bûn û nêzî 60 kes ji karmendên asayiş, polîs û berevaniya sivîl birîndar bûn; armanca wê li hemberî ewleyîya, îstîqrara, aramîya û pêşketina aborîya Kurdistanê ye.

Herweha ev kiryara terorîstî li hember pêşketina demokrasîya Kurdistanê ye; kesên nexêrxwaz bi vê kiryarê kîn û nefreta xwe verşîyan û xwestin ku ew demokrasîya ku li Kurdistanê ava bûye û ber bi kamilbûnê ve diçe û hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê ku di 21ê Îlonê de bi awayekî demokratîk pêk hat li ber çavê raya giştî ya cihanê reş bikin.

FKKS vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dike; ji malbatên şehîdan re sersaxî ji birîndaran re şîfa dixwaze.

29.09.2013
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê