Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
’Ez serbilind bûm ku min dezgehek weha netewî , Kurdistanî û yekgirtî temsîl kir’
2014-06-01 14:00
fkks
info@fkks.se





’Ez serbilind bûm ku min dezgehek weha netewî , Kurdistanî û yekgirtî temsîl kir’

Nûnerên hêja, mêvanên rêzdar!

Ez bi dilgermî xêrhatina we dikim bo kongreya 26 emin a Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.
Di jiyana 33 sala Federasyonê de du salên dî jî derbas bû. Di nav van du salan de me gellek çalakî pêk anîn. Ez dixwazim çend mînak bidim:

Me di babetên cuda de sê film nîşan dan. Di derbarê tenduristî , kurdên swêdê û anfal de sê konferans amade kir. Herweha konferansa salane jî digel serokên komeleyan amade kir.

Me digel kitêbxane, komeleya nivîskar û komeleya ciwanan heft semîner, li ser hêjayiyên civata kurd di berhemên nivîskaran de li darxist. Ev proje bi hevkariya ABF pêk hat. Me xwest hêjayiyên ku di civat û çanda kurdî de hene derbixin pêş.

Ji bilî van semîneran me di babetên dî de jî semînerên hevbeş amade kir, Me semînera li ser baweriya Yarsan, semînera Kurdên Feîlî, semînera dîroka misilmanbûna kurdan, û semînera zarawaya zazakî li darxist.

FKKS û tora parlamenter Kurdistan-Swêd li avahiya parlamentoya Swêdê du bîranînên şehîdên Halepçeyê li darxist.

Herweha Federasyon li dêra Adolf Fredrik jî du bîranînên şehîdên Halepçeyê amade kir.
Pîrozbahîyên Newroz, amade kirina xwepêşandanek mezin li dij dardakirinên kurdên Rojhilat digel komiteya Hevkarî, panelek bi beşdariya nûnerên partiyên Swêdî li ser mafên kurd li bakûrê welat, daxûyanî bo babetên cuda, xebatên di nav konfederasyona federasyonên Biyanî SIOS û Kitêbxaneya kurdî de beşek ji karên FKKS bûn, di nav van du salan de.

Me digel konsthal û komeleya kurd li Spånga li ser kurdên Swêdê, bi taybetî kurdên Spångayê panel, semîner, xwendina helbestên kurdî, pîrozbahîya Newroz bo zarokan pêkanîn. Me cara ewil medya sosyal bikaranî. Bi riya rûpela FB a Federasyonê me xwe gîhand bi hezaran kesan. Me di xebatên peymana entegrasyonê de cî girt û peyman îmza kir. Me li dij nijadperestî di hin çalakiyan de beşdarî kir. Di xwepêşandana Kärtorp/Stockholm de 20.000 kes peyama FKKS, li dij nijadperestiyê guhdarî kirin.

FKKS û centera salmezinên kurd hevkarên projeya avakirina mala kurd bo salmezinên kurd bûn. Cara ewil li Swêdê dê projeyek weha pêk bê. Ciyê kêfxweşiyê ye ku ev proje hatiye merhala dawî. Xanî hatine tesbîtkirin. Di payîzê de dê civîna duwem digel salmezinên kurd bê çêkirin û ew dem salmezinên ku dixwazin dikarin navên xwe bo mala kurd bidin qeyt kirin.

Nûnerên hêja, mêvanên qedirbilind!
Min ev perîod ji sala 2004 heta 2014 deh sal û perîodek jî di 1996 û 1997 an de serokatiya ev dezgeha bê hempa kir. Berê jî 5 sal wek berpirsiyara komiteya kultur û perwerde, berpirsiyara komiteya handikappan di nav komiteya karger a Federasyonê de cîh girtim. Min du perîod serokatiya Konfederasyona Federasyonên biyanî (SIOS)kir ku tê de 21 Federasyonên biyanî endam in. Min di nav van 10 salan de li wakfa Kitêbxaneya kurdî wek cigîra serok cî girt. Bi tevayî 15 sal di nav Federasyonê de, bi dilsozî bo bicîhanîna armancên Federasyonê kar kirim. Min xwest mil bidim ev rêxistina netewî, alîkar bim bo yekgirtin, bo tecrûbeya bihevre karkirina kurdên ji çar beşên Kurdistanê, min xwest palpişt bim bo mafê ziman, nasname û mafên gelê kurd, xebatên lobby bikim bo nasandina pirsa kurd û Kurdistan, bo berjewendiyê giştî û bo parastina serkeftinên Kurdistan, herweha bo pirsên civakî yên Kurdistaniyan li Swêdê, bo civatek piralî, pirzimanî, pirçandî û yeksan.

Nûnerên giranbiha , mêvanên ezîz!
Federasyon bo min dibistanek bû, li wir min, Kurdistanîbûn û netewîbûnê dît û ji dil hîs kir. Wexta meriv di dezgehek weha de ewqas sal kar bike helbet zehmet e jê xatir bixwaze. Lê dem hatiye ku ez ji we xatir bixwazim. Ez dê vê carê di nav komiteya karger a Federasyonê de cî negrim. Lê ez dê di endametî û parastina Federasyonê de her berdewam bim, her piştgiriya Federasyonê bikim. Serokatiya ev dezgeha netewî bo min berpirsiyarî bo parastina armancên wê bûn.
Di jiyana xwe ya di nav Federasyonê de ez gellek tişt fêr bûm û ji gellek tiştan serbilind bûm.

Ez serbilind bûm ku, hûn nûnerên hêja ewqas sal bawerî dan min, ez serbilind bûm ku min dezgehek weha netewî , Kurdistanî û yekgirtî temsîl kir, ez serbilind bûm ku me têkiliyên baş bi piraniya partiyên Swêdî re pêkanî û di nav swêdî û biyaniyan de îtîbara Federasyonê bilind kir. Bo parastina mafên gelê kurd karên lobbyê kir û piştgiriya aliyên cuda wergirt. Di çalakiyên Federasyonê de her tim ji partiyên cuda serok, partiyên Swêdî , wezîr û parlamenter amade bûn.

Ez serbilind bûm ku 3 daxwazên ku me bi xurtî bo van kar kir, bûn rastî. Tora Kurdistan û Swêd a parlamenteran pêk hat, anfal wek komkujî hat qebûl kirin. Ez serbilind bûm ku me çar sal bi insiyatîv û hevkariya FKKS li avahiya parlamentoya Swêdê bîranînên şehîdên Halepçeyê amade kir.

Ez serbilind im ku avahiya Federasyonê heye û bûye mala kurd . Gellek kurd li wir bo şîn, civîn û hevdîtin dicivin. Ez serbilind bûm ku Komeleya Ciwanên kurd ava bû û me hin çalakî bihevre kir û di medyaya sosyal de bi hezaran endamên wan hene, ez serbilind bûm ku cara ewil li ser navê Federasyonê du perîod serokatiya Konfederasyona SIOS kirim. Ez serbilind bûm ku me di parastin û pêşveçûna Kitêbxaneya kurdî de bi xurtî bûn alîkar û digel kitêbxaneya kurd, digel komeleya nivîskarên kurd û komeleya ciwanan hevkarî kir. Ez serbilindim ku bo endamên xwe me digel Folksam peyman girêda bo fonda definkirinê. Ez serbilind im ku me bi xurtî li hember di şûnda şandina komek penaberên ji rojhilat derketin û ew mafê runiştinê wergirtin. Ez serbilindim ku me bo yekgirtin, bo hevkarî kar kir. Bi taybetî digel Komiteya Hevkarî ya Hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî, di rojên netewî û çalakiyên netewî de hevkarî kir û karên hevbeş kir. Beşdarî û hevkariya nûneratiya Herêma Kurdistanê jî di hin rojên taybet de me serbilind kir. Ez li ser navê FKKS spasiya wan dikim.

Ez serbilindim ku me bi insiyatîva Federasyonê digel kurdên rojava û komiteya Hevkarî komiteyek hevbeş bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêkanî û digel hêzên Kurdên Suriye hevkarî kir, hin serdanên girîng bo bidestxistin alikariya humaniter kir. Ez serbilindim bo hevkariya me digel Federasyona kurdên Feili, digel Federasyona Yarsan û digel Encumenên kurdên Sûriye. Ez teko, teko spasiya hemû dezgeh û rêxistinên ku FKKS bi awayên curbecur digel wan hevkarî kirine dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.

Helbet her tişt ne li gor daxwaza me çûn an jî bi dilê me bûn. Kêmasî di kar de, di têgihiştina armancên Federasyonê de, çalaknebûna hin endamên organên Federasyonê de, di têkiliyên adminîstrativ û nivîskî digel komelan de, di karkirin li gor normên Swêdê û bi awayê profosyonelî de , di amadekirina hin çalakî û pîrozbahiyan li gor daxwaz û pêwistiya civata kurdên Swêdê û nifşa nû de, di warê reklam, bikaranîna teknîka nû, dokumentasyon û arkîvê de û tanzîmkirina lokalê de derketin holê. Ez hêvîdarim di rojên pêş de ev kêmasiyan kêm bibin.

Nûnerên hêja, mêvanên rêzdar!
Hin ji endamên organên FKKS zêde, hin jî kêm kar kirin. Lê çalakiyên ku hatin kirin kêm nebûn qasî xebatên salan bûn. Yek ji me bi mûçe (meaş), bi pere kar nekir û ji aliyê aborî ve, xwe girêdayî Federasyonê nekir. Ev yek serbilindiyek e bo me.

Ez spasiya her kesek ku di van salan de piştgiriya min kiriye dikim. Spasiya endamên komiteya karger, komiteya giştî, komiteya rawêj, komiteya revisor, komeleyên endam, serokên komeleyên me û we nûnerên ezîz dikim.

Di dawiyê de jî spasiya malbata xwe dikim.

Hêvidar im Federasyon her xurttir be! Yekgirtin, firehbûn û Kurdistanîbûna xwe bipareze!

Bimînin di xweşiyê de û her serkeftî bin!

Bijî kurd û Kurdistan!

Şermin Bozarslan

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

2014-05-31