Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Anfal li Stockholmê hat bibîranîn
2014-04-15 14:00
fkks
info@fkks.se




14ê Nîsana 2014ê de di salvegera Anfal de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) û Yekîtîya Demokratîk a Kurdên Feylî li Stockholmê li ABFê civînekê li dar xist.

Di civînê de hin kesên ku tûjî anfalê bibûn û malbatên wan hatibûn kuştin lê ew jê xelas bibûn bahsa qewimandinên ku serê wan de derbas bûne, kirin.

Civîn ji alîyê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat vekirin. Bozarslan li ser wê yekê sekinî ku divê enfal û trajedîyên din ku kurd tûjê wan bûne nehên ji bîr kirin û ew bi neslên du xwe re bihên parvekirin da ew zanibûn çi hatiye serê wan û carek din ev trajedî nehên serê kurdan.

Kordînatorê Yekîtîya Demokratîk a Kurdên Feylî Dr. Maceed Cafaar li ser qatlîamên ku li kurdên feylî bûne rawestîyan û got hin jî aqûbata 20.000 zarokên feylî nahê zanîn.

Nûnerê Hukimeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Rehim jî di axaftina xwe de bahsa qetlîamên ku kurd tûjê wê bûne sekinî û kêfxweşîya xwe dîyar kir ku Parlamentoya Swêdê Anfal û Helepçe wek jeonosîd nas kiriye û divê ev bikeve kitêbên dibistanan da şagirt zanibûn.

Amal Abdullahizade ku brayekî xwe di enfalê de wenda kiribû li ser trajedîyê xemgîniya xwe anî zimên du stranên xegînî sitirî.

Yek ji şahîdê anfalê Ferial bahsa koçberîya xwe ya ji Iraqê ya Îranê kir. Faîq Adelpor jî bi teferûat bahsa girtîgeha Ebû Garibê kir ku ew birayê xwe û birazê xwe di dema anfalê de te de mane.

Şerîf Ibrahîm ku yek ji li herêma Berzan bû bahsa 8 hezar Barzanîyan kir ku di sala 1983ê de çi hatîye serê wan û bi kelogirî bahsa malbat malbata xwe kir.

Bodil Ceballos parlamentera miljöpartiet, Sofia Modigh, endama rêvebira Xristiyan Demokrat, Sukri Demir namzetê folkpartiyê yê Parlamentoya Ewrûpayê, Dr. Maceed Cafaar kordînatorê Yekîtîya Demokratîk a Kurdên Feylî û Sermin Bozarslan seroka FKKSê di panelek kurt de li ser enfalê rawestîyan. Panel ji aliyê Bozarslan ve hat birêvebirin . Pirsa panelê ew bû ku ka çi bê kirin ku kiryarên Enfal û Helepçe li Ewrûpayê û dinyayê bi resmî wek jenosîd bihê naskirin.

xx

Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.
A rastî Enfal ne navê qetlîamekê ye, lê navê rêze-tevkujiyan e. Pêla dawî ya Enfalê di 23"ê reşemiyê 1988"î de li dijî hêzên YNKê li Silêmaniye destpêdike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6"ê rezberê 1988"î de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî Kurdan nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin Îran an Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya Kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Keç û jinên Kurdan bo şêxên dewlemend ên Ereb dihatibûne veqetandin, qismekê wan bo fihûşê dibiribûne Misir (Egîpt) an Tirkiyê. Piştî têkçûna sazûmaniya Baas li seranserIraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê "Lawên Saddam" binavdikiribûne. Rejîma Baas di sala 1983"î de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên Feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê Kurd ji holê rabike.(Vikipedia)