|
Serdana FKKSê li Komeleya Salmezinan -NAWEND |
|
2020-09-08 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Roja 06.09.2020an da Federasyona Komeleyên Kurdistanê wek şandek ku ji Serokê FKKSê Kovan Amedî, endamên Komîteya Karger Rodî Rawêj û Mamoste Kerîm pêk hatibû, serdana NAWEND Komeleya Salmezinên Kurd li Akalayê kir. Serokê Kolemê ALî Cemal û endamên Komîteya Karger Pîrot Kader Mustefa, Pêşîwazî li Şanda FKKSê kirin.
Amedî li ser kongre û li ser kar û xebatên FKKSê agahdarî da, grîngîyek mezin da hebûna komelaya Salmezinan. Amedî anî ziman ku xizmet û alîkariya salmezinên Kurd kirin, erkekî FKKSê ye. Federasyon amedeye ku li gor îmkanên xwe ji bo komeleya salmezinan bibe alîkar û piştgir.
Her usa Endamên KK Rodî Rawêj û Mamoste Kerîm jî bi giştî behsa gringîya hevkariya FKKSê Komeleya Salmezinan kirin.
Serokê Komelê Alî Cemal jî behsa komelaya Salmezinan kir. Wek rêvebirên komelê endamên Pîrot Kader û Mustefa, serdana FKKS´ê bi bi erênî nirxandin û daxwaza berdewamiya têkilîyan kirin.
|
|
|