|
FFKS, bo serokê Austuryayê Alexander Van der Bellen, peyama serxweşiyê şand |
|
2020-11-06 10:00 |
FKKS |
info@fkks.se |
|
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd Kovan Amedî, li ser erîşên terorîstî li Wien´ê, peyama serxweşî ya FKKS´ê şand bo serokê Austurya´yê birêz Alexander Van der Bellen.
Di peyamê FKKS´ê da erîşa terorîstî ku li Wien´ê rûdabû bi tundî hate şermezarkirin û li dijî terorê piştgiriya FKKS´ê bo gelê Austuryayê hate nîşandan.
Serxweşiyê ji bo malbatên miriyan û silametiya birîndaran hate xwestin. Êşa malbatan û gelê Austuryayê hate parvekirin. |
|
|