Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Ala Kurdistanê rûmeta me ye!
2020-12-16 22:00
FKKS
fkks@info.se
Al, ji bo hemû neteweyan gelek granbûha ye. Al, nirxên netewî ya wî milletê di nav xwe da dihewîne. Ango nirxa alê, bi paçê ku ji bo wî tê bikaranîn ve nayê pîvandin. Ala neteweyek, bi hemû nirxên xwe yê netewî ve tê xemilandin û nirxandin.

Ji ber vê yekê ye ku al, hêjayî û sembola herî gîrîng ya dewlet û netewan e. Neteweyên bê al, bê nasname ye û mehkûmê tunebûnê ye.

Ala Kurdistanê ku îro Kurd bi kartînin di sala 1919 ´an da ji aliyê Teşkîlatî Îctîmaiye Cemîyetiyê hatiye çê kirin. Îsal 101 saliya xwe dadigrê. Ji 100 salan vir da hin guhartinên biçûk hatibin kirin jî, lê her ew ala ye ku 100 sal pêş nuha hatibû bi karanîn.

Tu şik tuneye ku 6-7 hazar sal berê jî dê û bavên Kurdan, al wek sembol bi karanîn e. Lê di destê Kurdan da tu belgeyek tune ye ku ka dewletên wek Hîtît, Mîttanî, Hurrî, Subarî Xaldî, Kardox, Kasî, Med û gelek Mîrayetî û desthilatdariyên Kurdan yên wek, Şedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û gelek din ku xwedî statu, leşker bûn û dezgehên xwe hebûn. Lewra ne mumukune ku bê al û sembolên netewî bin.

Lê mixabin di destê me Kurdan da tu belgeyek ku îşaret bi alên ku di serdemên wan da hatibin bi karanîn nîne.

Ala Kurdistanê di gelek şoreş û serhildanên Kurdan da hatiye hildan. 22 meha çileya paşîn sala 1946 an da i avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê hate hildan.

Pêşewayê nemir Qazî Muhamed , beriya şehadeta xwe, Ala Kurdistanê radestê nemir serok Mella Mustafa Barzanî dike. Ew ala îro li Başûrê Kurdistanê tê parastin…

Ala Kurdistanê di avakirina Parlamentoya Herema Kurdistana Başûr di sala 1992´ da hate bikar anîn. Di roja 11.11.1999´an da biryara Parlamentoya Kurdistanê bi fermî ew al hilda , di 2004-06-19 an de Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku roja 17/12 wek roja ALAYA KURDISTANÊ hate diyarkirin.

Parastin û xwedî li ala Kurdistanê derketin, parastina li nirxên netewî ya Kurdan e. Loma gelek girînge ku Kurd, bi ruhek niştîmanperwerî û bi hişmendiyek netewî, xwedî li ala Kurdistanê derkevin, di hemû qada jiyanê da bikarbînin.

Ala Kurdistanê nasnameya me ye!
Ala Kurdistanê rûmeta me ye!


FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd