Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kurd û dostên kurdan!
2017-10-20 12:00
fkks
info@fkks.se


Rewşa herêma Kurdistanê gelek ciddî ye. Piştî şikestina li Kekûkê gelek girîng e ku em xwe seferber bikin da mewzîyên di dest de ne wenda nekin. Rîskek girîng heye ku hemû herêma Kurdistanê bikeve bin xeterîyê. Wek me got rewş gelek ciddî ye!

Daxwaz ji hemû komeleyên endam, endam, kesayetî, partîyên sîyasî û ew kesên ku xwe Kurdistanî dihesibînin divê hemû bi hev re xwe seferber bikin. Metrisîya heyî; me, neteweya me û hebûna me tehdîd dike.

Neteweya kurd tu carî teslîm nebûye, berê jî em li dij êrîşên dijmin rawestîyene û me nehiştîye ew bi serkev in. Me hergav şer û xebata xwe dom kirîye. Û em ê ev carê jî weha bikin!

Divê em tenê li ser platformeka rawestin û bi pêşnîyazên avakar tevbigerin ku em çawa karin bi awayekê baş seferber bibin.

Em bi vê hawayê daxwaz ji wê dikin

-Bi siyasetmedarên xwe yê Swêdê re têkilî deynin, wan agahadar bikin.

-Dîtinên xwe binivsînin û di formên cuda yên medyayê de perve bikin.

-Agahîyên di derbarê Kurdistanê de di tora xwe ya medyayê de belav bikin.

-Bêşdarî çalakîyan bibin ku ew li ser raya giştî bandora xwe çêdikin û raya giştî ava dikin.

Ne dem dema şînê ye, dema seferberîyê ye!
Li gel rêzên me
18.10.2017
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê