Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Keya Îzol: Referandum di dîroka Kurdistanê de mîlad e
2017-09-28 14:00
fkks
info@fkks.se
rûdaw

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol diyar kir, ku eger rewenda kurd li Ewropayê zêdetir bi rêxistinkirî û hemaheng bibe dê bikare bandorê li helwesta dewletên Ewropayê ya li hember referandûma Başûrê Kurdistanê bike.

Keya Îzol referandûm weke “mîlad” bi nav kir û got: “Referandûmê rûpeleke nû ya dîrokê vekir. Erk û barê ser milê me jî zêdetir bû da ku ji bo gihiştina serxwebûnê zêdetir kar bikin.”





Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol di vê hevpeyvînê de bersiv da pirsên Rûdawê.

“Biryara referandûmê dê bandorê li parçeyên din jî bike”

Gelê Başûrê Kurdistanê referandûmeke dîrokî kir û biryara serxwebûnê da. Hûn vê yekê çawa şirove dikin?

Bi rastî jî roja 25ê Îlonê ji bo neteweya kurd rojeke dîrokî bû û dixwazim careke din pîrozbahiyeke germ li gelê kurd bikim. Li hember referandûmê gelek asteng û gelek kêşe hebûn lê weke encam em dibînin, ku gelê kurd îradeya xwe nîşan da, bi rêjeya dengekî pir bilind daxwaza xwe ya ji bo serxwebûnê diyar kir. Ev tê wateya rûpeleke nû ya dîrokê. Vê yekê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û dê hêdî hêdî bandora xwe li hemû parçeyên Kurdistanê jî bike. Dewletên dagirker dixwestin destwerdanê bikin, dewletên din zêde piştgirî nedan. Diyare ku di vî warî de dê pirsgirêk heta demekî berdewam bibin lê emê jî kar bikin da ku bandora van nêzîkatiyên nerênî pir mezin nebe.

“Di siyaseta welatên Ewropayê de kurd faktoreke pir giring in”

Helwesta dewletên Ewropayê ya li hember referandûmê ji helwesta Amerîkayê ne cudatir e. Rewenda kurd, an jî sazî û dezgehên kurd li Ewropayê ji bo piştgiriya referandûmê dikarin karê lobiyê bikin?

Rola rewenda kurd ya li Swêd û derveyî welêt, li Almanya, Fransa, Brîtanya, Amerîka û her deverê cîhanê, ji bo doza kurd gelek giring e. Di dema xwe de li ser karesatên Enfal, Helebce û komkujiyên din, herwiha ragihandina federalîzma Başûrê Kurdistanê û gelek mijarên din, li diyasporayê xebatên gelek hêja hatine kirin. Em dê xebatên xwe bidomînin. Lê piştî vê pênvaga dîrokî ya referandûmê divê kurd kampanyayên xwe baş birêbixin. Ji bo kurdên derveyî welat koordînasyon û hemahengiyekê ava bikin. Ji bo vê pêşniyarên me hene. Em dê hinek xebatan jî bikin. Civîneke hevbeş ji bo hemû sazî û rêxistinên civaka sîvîl saz bikin, stratejîyeke nû ya xebatê bidin pêşiya xwe.

Em dizanin, ku dê mijara referandûmê û pêvajoya serxwebûnê dê hinekê vekêşe. Lewma dê dewletên dagirker û dewletên navneteweyî karên xwe bikin. Divê em jî li hember xebata wan xebata xwe weke kampanyayekî saz bikin da ku bikarin karîgeriyê li pêşveçûnan bikin. Rewenda kurd dikare bi kar û xebata xwe bandoreke pir mezin li dewlet û hikûmetên dewletan û nemaze li Yekîtiya Ewropayê bikin. Ji ber ku zêdetirî milyon û nîvek kurd li Ewropayê dijîn, piraniya wan jî hemwelatiyên wan welatan in.

Di siyaseta navxwe ya welatên Ewropayê de kurd faktoreke pir giring in. Weke mînak li Parlamentoya Swêdê 6 parlementerên kurd hene. Herwiha, li Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya û Belçîkayê parlamenterên kurd hene û wezîrên kurd hene.

Lê ji bo bi hevre piştgiriyê bidin vê biryar û îradeya gelê Kurdistanê, divê di navbera wan de danûstandin û koordîne hebe. Pêwîst e em di nava xwe de pêwendiyeke baştir û bi hêztir ava bikin da ku em bikarin bandorê li raya giştî ya Ewropayê, hikûmet û dewletên Ewropayê bikin.

“Xebata kurdan helwesta partiyên Swêdê guhert”

Balyozê Swêdê li NY beriya niha dijitiya welatê xwe ji referandûmê re ragihandibû. Lê paşî partiyên vî welatî piştgiriya xwe ji bo referandûmê eşker ekirin. Ji bo biryar û îradeya kurdan ji aliyê Swêdê ve were qebûlkirin ti kar û xebatek we dê hebe?

Piştî ku Serok Barzanî di destpêka meha Tîrmehê de biryara referandûmê ragihand, em ketin nava xebateke dûr û dirêj. Me dixwest li Swêdê 2 xebatan bikin. Yek ji wan çalakiyeke giştî ya girseyî bû, ku me xwest bi riya festîvalekî piştgiriya ji bo referandûmê ragihînin. Ev festival di 16ê Îlonê de hate sazkirin. Herwiha, me xwest li Parlamentoya Swêdê bi beşdarbûna nûnerê hemû partiyan vî welatî semînerekî saz bikin. Ji bo vê du mehan kar hate kirin. Heta roja beriya festîvalê jî partiyên Swêdê piştgiriyeke xurt nedidane referadnûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî jî ciwanên kurd ên di nava partiyên Swêdê de bi hevre kar kirin. Semîner roja 19ê Îlonê hate sazkirin û di nava van 4 rojan de helwesta hemû partiyên Swêdê hate guhertin.

Di seminar 19ê Îlonê ya li Parlamentoya Swêdê de nûnerê karên derve yên 6 partiyên Swêdê amade bûn. Hemûyan jî eşkere kirin, ku ew piştgiriya referandûmê dikin û vê yekê weke mafê gelê kurd dibînin. Ev li Swêdê gavekî pir giring bû. Niha emê kar bikin da ku ev gav bihêztir be û bandorê li hikûmetê bike. Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ne çar ma çend caran daxuyaniyên xwe biguhere. Ev yek bi guvaşa kurdên di nava partiyên Swêdê de pêk hat nemaze yên Partiya Sosyal Demokratan. Li v,wir me dît, ku eger em bixwazin dikarin bandorê li ser hemû hikûmetên Ewropayê bikin.

Swêd dikare çawa karîgeriyê li biryarên civata navdewletî bike? Pêgeha Swêdê çi ye?

Swêd niha endamê Civata Ewlekariya Navdewletî ye. Yek ji 15 dewletên sereke ye û dikare karîgeriyê bike. Herwiha Swêdê herdem xwestiye di pirsên navdewletî de çakal bibe. Weke mînak di pirsa Filîstînê de ya Nîkaragûayê de çalak bûn. Em dixwazin Swêd di pirsa kurd de jî rola xwe bilîze û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li çar parçeyan projeyekî dayne pêşiya xwe, ku ev jî bandorê li dewletan û herwiha Yekîtiya Ewropayê bike.

“Referandûm dê netewa kurd nêzîkî hev bike”

Gelo dê encamên referandûmê çi bandorê li pirsa kurd li parçeyên din û yekîtiya neteweyî ya kurdan bike?

Di nava du hem û nîvan de, bi tevê ku amadekariyeke pir baş tine bû jî me dît ku hemû parçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriya serxwebûnê xwe seferber kirin. Ev seferberiyeke dîrokî bû û di dîroka Kurdistanê de seferberiyeke wiha yê giştî nebûye. Li Kurdistan û derveyî welat, hemû kurdan xwestin referandûm serbikeve. Kurdan ev referandûm weke îradeya xwe dîtin. Piştî referandûmê li Rojhilat, Rojava û Başûr coşeke mezin hebû. Li Bakûr kêm bû lê sedema vê jî zexta mezin a dewletê bû. Kurdan di dilê xwe de û di nava xwe de piştgirî dane vê encamê.

Bi baweriya min dê encama referandûmê bihêle ku neteweya kurd di warê siyasî û civakî de zêdetir nêzîkî hev bibe. Emê bi çavê xwe bibînin, ku dê roja 25ê Îlonê bibe mîlad. Bibe rûpeleke nû ya dîrokê. Em dê bibin yek netewe û xebatê ji bo heman armancê bikin.

Hûn dikarin hinek behsa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û armancên wê bikin?

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di sala 1981ê de hatiye damezirandin. Ev 36 sal in karên xwe bi îstîkrar dimeşîne. Rêxistineke gelek giring e. Li Swêd û derveyî Swêdê jî kar û xebatên mezin û hêja kirine weke mînak di mijara Enfalê û komkujiya Helebce û karesata Şingalê ya li dijî êzidiyan de, di mijara piştgiriya federalîzmê de kar kir. Herwiha ji bo xebata azadiya Kurdistanê bi sedan çalakî saz kir. Ji hemû parçeyên kurdistanê komele û rêxistinên siyasî di nav de cîh digrin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji 25 komeleyan pêk tê û nêzîkî 5 hezar endamên çalak hene. Di xwepêşandana 16ê Îlonê de jî me dît bi organîzekirinê 10 hezar kurd beşdar bûn. Rêxistineke gelek giring e û pêşengiya gelek karên li Ewropayê kiriye. Weke mînak platforma hevbeş a rêxistinên demokratîk û sivîl bi peşengiya vê federasyonê hate sazkirin. Me divê piştî vê pêvajoyê ev organîzasyon hê çalaktir be. Ji ber ku niha erk û barê me girantir bû. Divê em xwe baş birêbixin da ku bikarin ji bo piştgiriya serxwebûnê bandorê li biryara Ewropayê bikin.