Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS şehîdên xwe bi bîr anî; Derd hezar e, lê çareserî yek e: Dewletbûn
2016-12-19 11:00
fkks
info@fkks.se










Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS)di 18.12.2016ê de, 40 rojîya hevwelatiyên Kurdistanê Seîd Çurukkaya û Resul Mihemedzade ku yek ji bakur yê din ji Rojilat di şerê li dijî DAÎŞê yê Misûlê de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîranî.

Bîraînîn li Stockholmê hat lidarxistin, bi Ey Raqîb dest pê kir û bi Ey Raqîb dawî bû. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinên siyasî û kesayîyet bêşadarî bîranînî bûn.

Bîranîn ji alîyê endamê KG ya FKKSê Kovan Amedî û Endamê Komîteya Rewîsor Cotyar Şerif ve hat birêvebirin; Serokê FKKSê Keya Îzol, birayê Şehîd Seîd Çurukkaya, ji malbata Resûl Mihemedzade, parlamenterê KDP yê Parlamentoya Iraqê Rênas, hunermend Rojin, Serokê şaradarîya berê yî Amedê Mehdî Zana, Seroka YJK- Seyran Duran, nivîskar û siyasetmedarê rojhilatê Ahmed Kakemanî li ser jiyana şehîdan û rewşa guncaw ya Kurdistanê axafin; hevpara hemû axafêran ew bû ku ; sebaba êş û derdê me bêdewletbûne; ev herdû şehîd nîşan dan ku miletê kurd yek e, Kurdistan welatek e û ew vê felesefeyê bi mirina xwe dan dîyarkirin.

Hunermend Rojîn bi şiîr û strana xwe temaşevanan xemgîn kir, filmê 20 deqîyî di derbarê Dr. Seîd Çurukkaya û Resûl Mihemdzade nîşan dan ku ew sînornenas in û ew sînorê ku Kurdistan perçe kiriye dibê bi ku bi hiqûqa nevneteweyî mahneyêkê wê hebe lê di mêjîyî kurdan de tu wateya wî tuneye û nemaye.

Serokê FKKSê Keya Îzol di axaftina xwe de xetên sor yê kurdan dest nîşan kir û hinek jî rêxistinên kurdan rexne kir.

Axaftina wî weha ye;
”Îro em ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê Dr Seîd Curukkaya û Resûl Mihemed zade li vê derê civîyane, herdu qehremanên xwe bi giramî bibîr tînin.

Dr. Seid li Bakur, Resûl Mihemedzade li Rojhilatê Kuristanê hatin dinyayê lê ji bo parastina ax û warên Başûrê welatê xwe şehît bûn. Bi sedan, hezaran lehengên wek wan, qehremanên bênav, gîyanên xwe yên pak di rêya doza welêt da dane.

Êdî pêwîst nake em behsa zulm û zordestîyên dewletên dagîrker bikin. Jiber ku hertişt vekirî ye. Îro li ser axa welatê me şerê germ berdewam dike û xuya ye demekê dûr û dirêj ev şera dê dewam bike. Pirsa kurd û pêşeroja kurdan li gor encama vê şerê were tayîn kirin. Herçiqas pirsên mezhebî, tîcarî û dîrokî hebin jî. Yek ji sebebên esasî ya vê şerê pirsa kurd e.

Li seranserê cihanê hîç miletek nîne ku mineqeşe li ser sembolên xwe yên netewî bike, hiç mîletek nîne ku nîqaş li ser pêşerojê xwe bike. Hîç miletek nîne ku di dema çar alîyê wê bi hêzên dijmin hatibe dorpêçkirin, nakokîyên xwe yên sîyasî bixe rojevê û ji bo nirxên netewî îttîfaqê xwe pêk neyne.

Bi tenê em Kurd hê jî wek netewe tev nagerin, nîqaş li ser ala xwe û mafê dewletbûyînê dikin. Em vê gelek şaş dibînin û hewldanên wiha bi tundî rûreş dikin. Ala kesk û sor û zer û mafê dewleteka serbixwe divê xetên me yên sor bin, bi tu awayê tawîz li ser van naye qebûlkirin.
Çênabe çar alayên me, çar ordîyên me û çar dewletên me hebin.

Em kurd in, doza me yek e, şerê me ji bo yek armanc e, pêşeroja me girêdayî serketin û destkeftîyên netewî ye.
Çar dewletên dagîrker herçiqas nakokîyên wan ên dewletî hebe jî di pirsa kurd de hercar hemfîkir bûne. Jibo ku kurd mafên xwe yên rewa bidest nexin îro jî ew dikarin îttîfaqên xwe nûjen bikin.”

Bala xwe bidin barbarên ku bi navê îslam li hember kurdan qetlîaman pêk tînin li ser vê îttîfaqê ava bûye. Şowenîst û nijadperestên tirk, ereb û ecem Li Mûsulê, Li Şengalê, li Kobanîyê şerê kurdan dikin.

Dr Seîd û Resûl Mihemedzade û bi hezarên şehîdên bênav ên çar alîyên Kurdistanê li Şingarê, li Kobanîyê , li Mûsulê şanî me dan ku pirsa me yek e û ji bo berjewendîyên netewî, ji bo azadîya Kurdistanê pêwîst e em hemû amade bin.”