|
Wefat- Sersaxî- Tazîye |
|
2017-04-07 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hevwelatîya me û Endama berê ya Komîteya Giştî ya FKKSê Dr. Hêlîn Burkay îro (7.04.2017) li Stockholmê li Nexweşxaneya Karolînskaya jîyana xwe ji dest da. Hêlîn di 3ê Nîsanê de di bûyereke trafîkê de birîndar bibû û ev 4 roj di komayê de bû.
Dr. Hêlin dîya du zarokan bû û keça nivîskar û sîyasetmedar Kemal Burkay bû.
Bi mirina Dr. Hêlîn em gelek xemgîn in. Di destpêkê de ji birêz Kemal Burkay û ji hemû malbatê re sersaxî, sebir û metanatê dixwazin. 7.04.2017 FKKS
Tazîye
Şemî, 8.04.2017, saet: 15:00 - 19.00 Yekşem, 9.04.2017 saet: 13.00-18.00 Cih: Alviks Medborgarhus. Gustavslundsv. 168- T-bana/Tvärbana Alvik |
|
|