|
Kongreya Komeleya Kulturî ya Kurd li Goteborgê |
|
2015-02-02 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Komeleya Kulturî ya Kurd li Goteborg kongreya xwe salane di 17.01.2015ê de li dar xist. Gelek endam û bi taybet jî jin bêşdarê kongreyê bûn.
Kongrê piştî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê bi hilbijartina dîwanê û tespîtkirina endaman dest pê kir.
Li ser navê FKKSê Berpirsên peywendîyên navxwe Hafzallah Nerweyî û Berpirsê Herêma Çarem Şewket Berwarî bêşdarê kongreyê bûn. Berpirsê Peywendîyên Navxwe Hafzallah Nerweyî li ser xebatên FKKSê û rewşa komeleyên endam axifî û agahîyek berfireh di derheqa FKKS da û her weha pirsên endamên komelê bersiv da û serkeftinê ji komeleya Goteborg re xwest. Berpirsê Herêma çarem a Şewket Berwarî ji di derheqê komeleyên herêma çarem de agahî da.
Ji bo pêşeroja komelê giftûgo hate kirin û bi yekdengî jibo zindûkirina komelê biryar hat girtin. Li ser plan û projeyên ku komele divê bike hat axaftin; jin bi aktiv beşdarê minaqeşeyê bûn. Kongre bi minaqeşeyek dûr û dirêj û efektiv û bi serkeftî dawî hat.
Kongrê komîteyek bi heft kesan hilbijart. 1-Feredun Daood 2-Zerink Ali 3-Rebwar Mustefa Ahmed 4-Salih Ahmad 5-Fajak Ahmed 6-Najat Ibrahim Hawar 7-Nameq Faiq Komîteya Çavdêr: Galawesh Baban, Chopy Hamma Komîta Revîsor: Jaohar Baban, Kocher Yunis
|
|
|