|
Newroz pîroz be! Newroza şima pîroz bo! Newrozetan pîroz bit! |
|
2015-03-20 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Newroz cejna neteweyî ya gelê kurd û nîşana serhildanê ye; di her 21ê Adarê de li çar parçeyên Kurdistanê û li Diyasporê bi vî ruhê û bi şahîyên cûrbecûr dihê pîrozkirin.
Federasayona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di hemû dîroka xwe de cejna Newrozê him li Stockholm Eggebygårdê bi gurrkirina agirê Newrozê û him jî bi aweyê şahîyan pîroz kiriye; ji ber sedemên dijwar yên ku gelên Kurdistana federe tûjî wê bûne,Hukimeta Herêma Kurdistanê îsal bi şêweyek fermî Newrozê pîroz nake;FKKS ji bo piştgirîya xwe nîşanê vê biryar û helwesta hukimeta Herêma Kurdistanê bike ew jî îsal şahîya Newrozê li dar naxe lê tenê bi vêxistina agirê Newrozê li Eggebygårdê Newrozê pîroz dike!
Bi hêvîya ku di sala 2016ê de Newroz li seranserê Kurdistanê bi aweyekê azad û aram bihê pîrozkirin; Newroza hevwelatîyan pîroz be! FKKS 20.03.2015
|
|
|