|
Ahenga 55 saliya şewata sînemeya Amûdê |
|
2015-11-24 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Bi helkefta derbasbûna 55 salan di ser şewata sînemeya Amûdê re, 1960-11-13, Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê semînareke bîranînê lidardixe.
Semînar ji bo herkesî vekiriye. Dem: Yekşem, 2015-11-29; 14:00 Cih: Avahiya Federasyonê; Duvbovägen 59; 163 43 Spånga ---------------------------------------------------------------------- 55 saliya şewata sînemeya Amûdê
Berî 55 salan, roja 13-11-1960 an, sinemeya Şehrezad li bajarê Amûdê hate şewitandin û zêdeyî 200 zarok tê de jiyana xwe jidest dan. Nifşeke temam ji zarokên Amûdê winda bû û xisareke bêhepa li bajêr, ji aliyê miruvatî, dirûnî, ekonomî, civakî,… bû, û hîn jî şopa şewata sînemê lê xuyaye û deng vedide.
Jiber ko ti lêkolînê dirust û zelal derbarî vê buyerê nehatin pêkhatin û dewlet jî bêdeng ma ye, hîn tewabarên şewatê yên rast destnîşan nebûne. Lê jiber ko, berî vê şewatê û di pê wê re, gelek çewisandin, çavsorî û pilanên nijadperest lidijî xelkê Amûdê hatin ancamdan û siyaseta şoveniya erebî ya antîkurd heta niha jî lihemberî wê berdewam e, bahweriya xelkê Amûdê her ew e ko, şewat pilankirî bû û lewra jî, dewletê nedihişt salvegera wê bibîr bê û hîn naxwaze rastiya wê tewanbariyê eşkere bike.
Şewata sînemeya Amûdê nimûneya bindestî û çewisandina gelê kurd e û di dîroka wî de buyereke mezin e. Xelkên Amûdê, mîna gelek kurdên welatparêz, bîranîna zarokên xwe yên bêguneh erkekî xwe yê miruvatî û netewî dibînin. Van salên dawî, nişteciyên Amûdê, çi li mal û çi li derve û bi awayên corbicor, salvegera vê rûdanê bibîr tînin. Îsal jî gereke revenda Kurdistana Rojava erkê xwe ji bîr neke.
Em ticarî goriyên şewata sînemeya amûdê jibîr nakin û hezar silav li giyanê wan ê pak bin
EKSS- Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê 2015-11-13
|
|
|