Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
"Hejmara endamên komeleyan li Swêdê, ji nifûsa Swêdê deh caran zêdetir e "
2015-10-26 14:00
fkks
info@fkks.se












Di 24.10.2015ê de Civîna Giştî ya FKKSê li Stockholmê di avayîya ABFê de çêbû. Endamên Komîteya Giştî, Komîteya Kargêr, Komîteya Çavdêr û Komîteya Rawej bêşdarî civînê bûn. FKKS û ABF partnerê hev in.

Civîn ji du beşan pêk hat; Di beşa yekem de nûnerê ABF Gunnar Sandell bi gelemperî li ser girîngîya komeletîyê di civatê deû ser rola wê sekinî di beşa duyem de organên FKKSê li ser xebata xwe ya 4 mehên dawîyê rawestîyan, berpirsê heraman raporê xwe pêşkêş kirin. Civîn ji alîyê seroka FKKSê Sosin Guven û sekretera FKKSê Pirşeng Twana hat birêvebirin.

Bi kurtayî komeleyetî; Di her civatê de, ji bo birêvebirina jiyana civakî, gelek awayên rêxistinan û birêxistinbûnê yên cuda henin. Di civatên hevdem de, yek ji wan awayên rêxistinan û bi rêxistinbûnê jî komele û endamîya komeleyan e. Komele awayekî rêxistinan e ku ji ber pêwîstîya hin pirs, armanc, an jî berjewendîyên civakî, neteweyî, meslekî û.hwd yên hevbes derdikeve ortê. Ew ji alîyê kesên ku li ser van pirsên hevarmanc li hevdu dikin ve tê avakirin û herweha girêdaneke van kesan a azad e.

Li Swêdê, azadîya mafê avakirina komeleyan û endamîya wan, di qanûna bingehîn de hatîye parastin û ji bo pirsên ku komele dikarin, an jî nikarin pê mijûl bibin, tu sînor tune ye. Yanî, mirov dikare li ser her pirsê û li her qadê, bi kesên din re komeleyekê ava bike.

Li Swêdê, herweha ji ber ku dezgehên civatê (yên dewletê, beledîyeyan û hwd) yên cuda ji bo xebatên komeleyan alîkarîyê didin, mafê avakirin û birêvebirina xebatên komeleyan ji alîyê aborî ve jî tê teswîq kirin û ewlekirin. Loma jî dema ku mirov li Swêdê, li hin agahdarîyên li ser xebatên komeleyetîyê binêre, mirov dê bibîne ku hejmara endamên komeleyan li Swêdê, ji nifûsa Swêdê deh caran zêdetir e. Mirov dikare di nav bi qasî du sed hezar komeleyên ku li Swêdê henin de, li ser her pirseke civatê, komeleyekê bibîne.

Du awayên komeleyan yên esasî henin. Yek ji wan komeleyên aborî ye û awayê din jî komeleyên îdeel e.
Ferqa esasî ya di navbera van herdu awayên komeleyan de, ew e ku di komeleyên aborî de, armanca avakirina komeleyê, ji bo parastina berjewendîyên endaman yên aborî ye û loma jî giranîya xebata van komeleyan ji xebatên aborî pêk tê. Koperatîf yek ji wan awayên komeleyên aborî (ekonomisk förening) ye.
Awayê komeleyên ideel, ji bo berjewendî, armanc, an jî pirsên hevbeş tên avakirin.

Mirov dikare ji komeleya kirêdaran heta komeleyên li ser pirsên jîngehê, sendîkayên kardar û kardêran, yên qencîxwazan, yên mafên mirovî, yên çand û perwerdeyê, yên biyanîyan, an yên sporê, her cureyê komeleyan li Swêdê peyda bike. Ev jî diyar dike ku bê xebata komeleyan di jiyana Swêdê ya civakî de, çi qasî girîng e.