Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya Komeleya Kulturî ya Kurdistanî li Örebro
2016-02-14 15:00
fkks
info@fkks.se









Di 13.02. 2016ê de Komeleya Kulturî ya Kurdistanî li Örebro kongreya xwe ya 32 emin ya asayî li lokala Haga Skolanê bi beşdarbûyîna 70 endaman li dar xist. Kongre ji alîyê Zûheyîr Berwarî ve hate vekirin û xêrhatinek germ li mêvan û endaman kir.

Li ser navê FKKSê Berpirsê Komîteya Penaberan Mamosta Kerîm û cigirê Berpirsê Peywendîyên Navxwe Selam Cizîrî bêşdarê kongreyê bûn.

Piştî tespîtkirina endaman kongre vebû û rojev hat pêşkêşkirin. Piştî pesinandina rojevê, Serdar, Huseyîn û Diraxşan bi yekdengî ji bo diwanê hatin hilbijartin.

Kongre bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.

Cigirê Berpirsê Peyvendîyên navxwe yê FKKS Selam Cizîrî gotarek pêşkêşkir û di gotara xwe da behsa rewşa FKKSê û çalakîyên we yên girîng kir. Her weha ew li ser rewşa aktuel a Kurdistanê axivî û behsa biryara referandoma ku di rojeva başûrê Kurdistanê de ye kir û got; ”Divê em wek dezgehêk sivîl bi hemû hêza xwe bibin palpişt jibo serkeftina referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê û hemû bi Komlelê û endamên xwe re û bi hemû hêza xwe piştgîrîyek xwirt di qada Swêd û Ewrûpa bidîn peydakirin. Û ji niha ve ji bo vî karê programek amade bikin.

Kongre bi xwendina raporan berdewam kir. Rapora giştî ji aliyê Serokê Komeleyê Sabir ve hate pêşkêşkirin. Ew xweşhalî yên xwe jibo çalakbûyîna komelê nîşanda û hêvîya serkeftinê ji bo komîyeya bêt re xwest. Rapora darayî ji alîyê Zûheyîr Berwarî ve hate xwendin. Li gor raporê di hesabê wan da li dior 126. 000 hezar kron di kontoya komelê da heye.

Rapora Revisor ji alîyê endamê Komîteya Revisor ve hat pêşkêşkirin. Piştî mineqeşeyan li ser raporan Komîteya Çavdêr rapora xwe xwend û li ser navê Komîteya Çavdêr daxwaz ji kongrê hate kirin ku komîteya karger a berê ji karê û barên xwe bihê azadkirin û ew bi yekdengî ji hat azadkirin.

Kongre organên nû hilbijart.

Ji bo Komîteya Karger 7 eslî û dû cigir hatin hilbijartin:

Komîteya Karger:

1) Ferhad
2) Sabir
3) Sediq
4) Mihemed Weysî
5) hesen
6) Draxşan
7) Mihemed

Cigir:
1) Awas
2) Ali

Komîteya Revisor:
1) Zûheyîr Berwarî
2) Kurdo Hesen

Li gor destûra FKKS û li gor beşdarbûyîna endamên komelê, mafê wê yê 5 nûneran heye ku beşdarê kongreya FKKSê bibe

Nûnerên Kongreya FKKS

1) Muhamed Waisî
2) Said Xidir
3) Ferhad Muhamed Alî
4) Azad Berwarî
5) Huşîyar Berwarî

Cigir:
1) Muhamed Alî
2) Gulistan Osman
3) Sadiq Cihanî


Nûnerên FKKSê, Mamosta Kerîm û Selam Cizîrî jibo karên serkeftî yên Komîteya Kargir a komeleyê pirtûkek dîyarîyê Serokê komelê yê berê rêzdar Sabir kir. Sabir bi dilek pak kefxweşîya xwe û komîteya berê nişan da û li ser navê Komelê spasîya xwe jibo FKKS kir û serkeftin jibo FKKSê û komelên endam ra xwest.