Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Bawerîya "Yarî" û "Yarsanî"
2014-03-06 13:00
fkks
info@fkks.se





Di 1ê Adara2014ê de li Stocholmê li Kitêbxaneya Kurdî li ser bawerîya "Yarî" û "Yarsanî" semînerek ji aliyê Safar Azîzî û Huseyîn Halifa hat dayin. Semêner ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî û Komeleya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swêdê hat amedekirin. Semîner bi Soranî bû.

"Yarî" û "Yarsanî" bawerîyekê ku li Iraqê jê re dibêjin "kakayî" li Îranê dibêjin "Ehlî Heq". "Yar" heval ya jî rêheval e, "San" îskan, ciyê îbadetê ya ji civat û civandinê ye.

Li gor vê bawerîyê ji bona civatekê qewîm divê wekhevî hebe, ferqa dewlemend û feqîr tunebe, di navbera xurt û qelsîyê de cûdayî tunebe. Alîkarî esasê bawerîyê ye. Mala yekê mala hemûyan e, malê yekê malên hemûyan e. Yek çavbernade malê yekê din. Bi fiîlî ya ji devkî tade li kesî nahê kirin, "kakayî" bi tê wateya biratî jî.

Navê kitêba wan serencam e, 200 rûpel e. ji aliyê Sultan Ishak ve bi devoka Hewremanî hatiye nivîsandin; ji şiîr û metn pêk tê. Fêmkirina wê zahmet e, ji ber ku zimanê wê wek Avestaya Zerduşt e.

Li gor texmînan li Iraqê li dor 200 hezar in. Nifûsa wan ya herî pir li Îranê ne. Nêzî 5 milyon in. Li Afganîstan, Tacikistan, Pakistan hene.
Li Ewrûpayê 2 hezar însanên vê bawerîyê hene.