|
Wefat û sersaxî |
|
2020-03-11 19:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hunermendê me yê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif (73) ji ber nexweşîya xwe di 26ê Sibata 2020 de li Stenbolê wefat kir.
FKKS sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên wî re, ji hunermend û dengbejên kurd re dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be!
Seîd Yûsif di 1947an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye û zêdetirî 50 salan ji bo huner û muzîka Kurdî xebat kir. Stranên wî yên bi navê “Qamişlo bajarê evînê” û “Oy Felek” navdar in.
Seîd Yûsif beşdarî pîrozbayiyên Newrozê me yên sala 1992 û 1994ê ku me li Stockholm-Solnahallanê lidarxistibû, bibû. FKKS
|
|
|