Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Em Newroza îsal bi hesteke dilşikestî pîroz dikin!”
2018-03-26 12:00
fkks
info@fkks.se












Di 24ê Adarê, di avahîya Şaredariya Stockholmê Blå Hallenê de ku xelata Nobel li wir tê belavkirin, Newroz ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat pîrozkirin.

Şevahenga Newrozê ji aliyê Mardin Hêja Baban, Hêlîn Kerîm Sönmez û Tara Azizi ve hat birêvebirin. Piştî rêzgirina ji bo şehîdan, silavên prensesa Swêdê Vîktoriya yê bo Newrozê û peyama serokê herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat xwendin.

Şahî koma govendê ya Komciwanê ve hate destpêkirin. Komciwanê bi cil û bergên xwe yên rengîn û govendên xwe yên xweş bala temaşevanan kişan ser xwe.

Şaredariya Stockholmê Karin Wanngård, Wezîrê kar û barên civakî (civil) Ardalan Shekarabi, Serokê partîya Çep Jonas Sjöstedt, Parlamentera partîya Moderat Margareta Cederfelt, Parlamenter partîya Liberal û dostê kurdan Fredrik Malm û li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî jî Elî Cuma axafîn.

De şevahengê de cara pêşin FKKS xelatek teybet ji bo dost û piştgirên kurdan dan. Ev xelat di Newroza 2018 an de ji Olof Tandberg re çû. Olof Tandberg yek ji wan kesan e ku li Swêdî ji salên 60 î de ji bo kurdan xebat kirîye û Komeleyê piştgirîya Kurdan ava kirîye û seroktîya wê kirîye.

Hunermenda deng xweş, Arman, Shnå Ahmadi û Fatê heta derngîya şevê, bi Coşek mezin şahiya Newrozê bi dawî anî.






Axaftina Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Keya Îzol

Xwişk û birayên hêja, mêvanên giranbiha,
Hûn hemî bi xêr û xweşî hatine şevahenga Newrozê.

Cejna netewî, sembola têkoşîna azadîyê, Newroza we pîroz be.
Guhdarên giranbiha,

Mixabin li çar alîyên welatê me şerê germ hêjî berdewam e. Di nav salekî de me wek netewe li Kerkukê û Efrînê du şikestên mezin dîtin. Bi hezaran pêşmerge û şervanên kurd di nav şerê germ de şehîd bûn. Loma, em bi taybetî Newroza îsal bi hesteke dilşikestî pîroz dikin. Em xemgîn in ji ber ku, gelê me îro li Kerkukê, Xaneqînê, Xurmatûyê û Efrînê di bin zordestîya dewletên dagîrkeran de dinale. Hest û ramanên me jibo bi wan qehremanên ku giyanên xwe yên pak ji bo welatê xwe feda kirin û jibo malbatên wan re ye. Ew ê herdem di dilê me de bijîn.

Dema em wan lehengan bi giramî bibîr tînin em soz didin ku ala têkoşînê wê tucar neye xwarê. Ji bo parastina welatê bavûkalan, bidestxistina maf û azadîyên netewî, jibo parastina hemî hêjahî û destkeftîyên netewî, divê em mil bi mil, wek yek dil, bi înat xebata xwe bidomînin hetta ku sînorên dagîrkeran bi temamî ji holê rabe.

Newroz ne tenê cejneka netewî ye. Lê belê herweha sembola têkoşîna azadîyê ye jî. Di destpêka biharê de çawa xweza xwe nû dike em jî wek netewe di Newrozê de bi stran, govend û dîlanên xwe, li hember êrîş û zordestîyên dagîrkeran careka din zindî dibin, hêzên xwe berhev dikin. Newroz bi govend, dîlan û stranên xwe yên kurdî çavkanîyîya vê miletê ye. Bi hezaran sal heta îro jî xwe parastiye, stûyê xwe li hember şûrê dijmin xwar nekiriye.

Loma jî girîng e em jibo hebûna xwe, jibo parastina nirxên xwe, ji bo yekîtîya miletê xwe, cejna Newrozê bi coşeka mezin pîroz bikin, nehêlin dijminên kurdan jîyan û pêşeroja me tarî bikin, dilên xwe şa bikin.

Guhdarên hêja,
Îro li Kurdistanê şerê man û nemanê heye. Me dît di rojên teng de, derveyî kurdên çar perçeyên Kurdistanê kesekî din nehatin hawara kurdan. Kerkuk û Efrîn li ber çavên hemû cihanê ji alî kurdkujên Ebadî, Ruhanî û Erdogan hatin dagîr kirin. Lê dinya bêdeng ma.

Tevî ku doza me dozeka rewa ye, komelgeha navnetewî ne hazir e alîkarîya me bike. Loma divê em bi her awayê, bi hemû hêz û derfetên xwe wek milet pişt bidin jibo serketina têkoşîna azadîyê. Divê em hemî cudahîyên xwe bidin alîyekî û jibo parastina hebûna xwe hêzên xwe yek bikin.. Û em piştrast in,wê tu hêz nikaribe pêşîya xebata me bigre.
Bi van hestan dixwazim bi navê Federasyonê careka din

Newroza we pîroz dikim.
Bijî Newroz, Bijî Kurdistan