Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Diakurd di yekemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji navenda Ewrûpa ji Brukselê bang kir:
2018-09-26 11:00
fkks
info@fkks.se






Diakurd di yekemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji navenda Ewrûpa ji Brukselê bang kir:


”Bila dinya bizanibe biryara serxwebûna Kurdistanê îro ji berê zêdetir di rojeva gelê Kurdistanê de ye. Hetta xewna bav û kalan, xewna hezar salan bibe rastî em ê xwedî li îrada gelê xwe derkevin”

Komîteya damezirandina Konfederasiyona Kurdên Diaspora(Diakurd) bi minasebeta sal-vegera yekemîn a referandûmê, di 24 û 25 Îlona Îlona 2018ê de li Brukselê li Parlamento-ya Ewrûpayê konferansek li dar xist.

Grûba Partîya Kesk ya Parlamentoyê pêşe-wazîya komîteya diakurd kir.
Di konferansê de li ser referandûmê û xeba-tên duwerojê nûnerên federasyonan û nûner û berpirsên partiyên kurd û Kurdistanê dîti-nên xwe pêşkêş kirin. Bodil Valero- parla-menterê Kesk a Parlamentoya Ewrûpayê, Nûnerê KRG-Brukselê Delaver Ajgeiy, Kiril Vartayev- li Zanîngeha Akademîya Moskova beşa oriyantelîst, Waliyê Kerkukê Dr. Necmeddin Kerim û Şivan Perwer li ser navê Fonda xwe bêşdarê konferansê bûn.

Hêjayî gotinê ye Federasyona Komelên Kurdistanî li Swêdê, Encumena Kurdên Almanya, Federasyona Kurdên Fînlandê, Civaka Kurdên Ewropa – Beljîka, Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka û Federasyona Kurdên Rûsya (Sovyeta berê) Diakurd pêk tînin.

Li ser navê Komîteya damezrandina Konfede-rasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) Serokê FKKSê Keya Îzol axivî:
Xûşk û birayên birêz,
Nûnerên rêkxistin û aliyên Kurdistanî,
Dostên hêja yên gelê Kurd,

Li ser navê Komîteya damezrandina Konfede-rasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) em bi germî xêrhatina we hemiyan dikin. Hêvîdar in ku konferansa me ya îro bi xebat û biryarên xwe hevkariya kurdên diyasporayê bihêztir bike û bibe hingaveka dîrokî jibo paşeroja kurdên diyaspora.

Em herweha spasiyeka germ jibo Grûba Kes-kan dikin ku ew derfete dan me da ku em karîbin di Parlamana Yeketiya Ewropayê de vê konferansê pêk bînin.

Hevalên hêja,
Salek berê, îro, bi milyonan kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên diyasporayê di nav haziriya şahiyeka dîrokî bûn. Cara yekem bû ku derfeteka zêrîn ketibû destê netewa kurd ku karîbe li ser paşeroja xwe biryarê bide.
Roja referandûmê hin ji me li Kurdistanê û hin di nav kurdên diyaspora bûn şahîdê wê roja dîrokî.

Li bajaran, li gundan, li kolanan û li her derê Kurdistanê, me dît kurd çawa bi alaya xwe ya rengîn, di nav şahiyê de, bi şanazî roja refe-randûmê xemilandin. Me dît çawa, zarok, ciwan, jin, mêr û salmezinên kurdan dor bi dor, ref bi ref bi yek dil û yek îrade derketin pêşiya cîhanê û biryara xwe destnîşan kirin.

Li diyasporayê me dît çawa kurdên neteweyî ji hemû beşên Kurdistanê bi festîval û çalaki-yan piştgîriya referanduma serxwebûnê û doza rewa ya gelê kurd kirin. Me dît çawa rêkxistinên neteweyî yên kurdên diyaspora li hemû dewerên cîhanê hewlên xwe didan bo çêkirina peywendiyan di gel dostên kurdan û dewletên biyanî bo wergirtina piştgîriya siyasî.

Lê mixabin mirovayetî, dewletên mezin, Yekîtîya Ewrûpa, Yekîtiya Netewan û Komel-geha Navnetewî bi giştî hêj ne hazir bûn, hêj nediwêrîn hawara 50 mîlyon mirovên vê erdê bibîse.

Hin ji wan wek her caran bi harbûn û hovîtiya xwe derketin pêş, hin ji wan kerr hin ji wan jî lal bûbûn, nikarîbûn tiştekî bêjin.

Gefa sê dewletên dagîrkerên welatê kurdan ji xwe bo herkesî diyar bû. Herkes dizanî ku Tirkiye, Îran û Êraq dê nexwazin kurd dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.
Lê, ya dinya vî alî! Yên ku di nav çend salan de ji welatek wek Yugoslavya 7 dewletên cuda ava kiribûn. Yên ku di organên navnetewî de behsa mafê mirovan, demokrasî û wekheviyê dikirin. Gelo wan çima naxwastin

Kurd bibin xwedî dewlet û jiyana xwe? Heke Kurd dewleta xwe ava nekin Komelgeha nav-netewî paşeroja wî miletî dê çawa mîsoger bike? Gelo pêşniyarên wan çi ne?
Lê, em wek 50 mîlyon kurd li ser axa xwe û zêdeyî 2 milyon kurdên diyaspora, ji hemû cîhanê dixwazin ew bi berpirsiyara xwe rabin. Guh bidin hawara gelê Kurdistanê û hingavên pêwîst bavêjin.

Em weke kurdên hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê ji hukumet û rêxistinên sîyasî yên wan welatan daxwaz dikin ku ew di pirsa kurd de aktîf bibin û rê vekin çareseriyeka navne-teweyî bo pirsa kurd li hemû rojhilata nawe-rast pêk were. Tenê pabendbûna wan bi pey-manên navneteweyî û mafên mirovan dikare heqê rewa bo gelê me mîsoger bike.

Xûşk û birayên ezîz, beşdarvanên qedirbilind,
Îro ji bo me teva rojekî dîrokî ye. Di yekemîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdista-nê de em li nav Parlamana Yekîtîya Ewropa civiyane.

Bila dengê me ji Brûkselê bigihê hemî cîhanê, bigihe hemû dewerên Kurdistanê.

Bila dinya bizanibe biryara serxwebûna Kurdistanê îro ji berê zêdetir di rojeva gelê Kurdistanê de ye. Hetta xewna bav û kalan, xewna hezar salan bibe rastî em ê xwedî li îrada gelê xwe derkevin.

Bûyerên piştî referandûmê bi her awayî nîşana me da ku Êraq, Îran, Tirkiye û Sûriye tu car nabin dewletên demokratîk ku mafê kurdan biparêzin.
Pirsa kurdan pirseka navnetewî ye û divê komelgeha navnetewî ji bo çareseriya vê pirsê berpirsiyariya xwe bîne cîh.

Divê ew têbighên ku miletê kurd naxwaze ku dijminên dagîrker li ser paşeroja me biryarê bidin. Êdî em dixwazin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Coş û şahiya netewî ku di referandûmê de derket pêş, hetta Kurdistaneka serbixwe ava bibe dê berdewam be.
Em wek rêxistinên demokratîk yên Kurdên diaspora soz didin ku em ê bi hemû hêz û dezgehên xwe ji bo maf û azadiya gelê kurd têkoşinê dom bikin.

Gef û tehdîtên dagîrkeran me natirsîne. Em bi îrada gelê xwe piştrast in, em ê xwe ji vê tarîtiya hezar salan rizgar bikin, Kurdistaneka azad û demokratîk ava bikin. Tu hêz nikare pêşîya vê bigre.

Em silavên xwe yên germ dişînin pêşmerge û şervanên qehreman ku di sengeran de hîn jî şerê barbarên Daişê û dagîrkerên Kurdistanê dikin. Kurdên diyaspora silavên xwe yên germ dişînin bo Başûr û Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.
Bijî Kurd! Bijî Kurdistan!

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)
Bruksel – 24-09/2018