Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
"Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên we bin"
2019-05-29 13:00
fkks
info@fkks.se


Em bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê biryara hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ya Parlamana Kurdistanê bi germî pîroz dikin.

Ji bo vê berpirsiyariya girîng em bi germî cenabê we pîroz dikin û serketinê ji bo kar û xebatên we yên pêşerojê dixwazin.

Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, serketina wê bi her awayî were parastin.

Em piştrast in ku di vê dema gelek dijwar ya ku gelê me jê derbas dibe rol û hingavên we yên wek dema Serokwezîrtîyê di vê erka girîng de jî berdewam be.

Em hêvîdar in, di bin Serokatîya we de hemû alîyên Kurdistaniyan xwe di nav xebata netewî de bibînin ku careka din destkeftîyên me nebin armanca êrîşên hovane ya wek piştî giştpirsiyê.

Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we bin.

Dubara pîroz be!
Bila di rêya netewî de serkeftin herdem para we be!

29-05/2019
Silav û rêz
Keya Izol
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê