Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
Axaftina kongre 24mîn a FKKSê
2011-01-04 11:00
Şermin Bozarslan
serminbozarslan@fkks.se
Nûnerên hêja û mevanên birêz,
Hûn gelek bi xêr hatin bo kongreya 24 e min ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.

Kongreya 24 e min û 29 sal xebat li me hemûyan pîroz be!
Nûnerên hêja beşdariya we ya mezin çalakbûna komeleyên we û girîngîdayina we bo Federasyonê nîşan dide. Ji bo vê yekê ez li ser navê komiteya Giştî spasiya we hemûyan dikim bo we serkeftin dixwazim..

Komiteya Giştî serkeftinên komeleyên xwe wek serkeftinên Federasyonê dibîne û diyar dike ku di heremên xwe de hûn in Federasyon. Hûn in, yên ku me di bajarên xwe de temsîl dikin.

Nûnerên birêz, hûn ku di komelan de kar dikin dizanin karê komelayetî , karên pêkve/bihevre bi insanên cewaz re çiqas zexmet e. Zexmet e, lê pêwistiya me bo armancên hevbeş, bi karê bihevre, bi platformên hevbeş, bi dezgehê ku wek Federasyonê heye. Ne bi tenê li Swêdê, li tevayiya cîhanê minaka dezgehekî kurdan wek Federasyona kurd li Swêdê tûne ye.

Di bin baskê Federasyonê de, ewqas komele, ewqas insanên cuda hatine berhev ji bo armancên hevbeş kar dikin. Xebatê me, aboriya me, raporên me, kongreyên me ber çav in, vekirî û şeffaf in. Federasyon, bi vî şeklî tecrûbeya demokratî ya herî xurt yên kurdên Ewrupaye ne. Federasyon wek koma netewan yê kurdan e. Federasyon bi awayekî , di hin waran de wek sefaretxaneya kurdan e.
Mevanên rêzdar, nûnerên hêja li gor armancên federasyonê ku li destûra FKKS cîh girtiye karên me bi giştî ji 3 beşan pêk te.

Xebat bo pirsên civakî ya kurdan li Swêdê., xebat bo mafê mirovî ya kurd û bo nasandina kurd û Kurdistan, xebat bo ziman, nasname û kultur.

Hêjayê gotineyê ku, xebatê me li Swêdê yê bi salan bo nasandina mafê kurd û piştgiriya mafên mirovî yê kurd, encamên xwe nişan dide. Bo bidestxistina van encaman Federasyon bi salane kar dike.

Wek mînak, Enfal di kongreya sosyaldemokratên Swêdê de wek komkûjî hat qebûl kirin. Di lihevhatina politikaya derve ya hikûmeta sor û kesk de hatiye diyar kirin ku ger ew hikûmet bibin, dê bo qebûlkirina enfal wek komkûjî û ji bo qebûlkirina 16 ê adarê wek rojekî navnetewî li hember çekên kimyewî, kar bikin.

Nûnerên hêja, di bîranîna şehîdên Halepçeyê de ku me di 16 adarê d e li Stockholmê amade kirin , sê serokên partiyên Swêdî, seroka partiya sosyal demokratan, partiya gel û partiya çep û parlamenter ji partiyên moderat, hristiyan û jingehê beşdarî kirin, piştgiriya xwe bo gelê kurd diyar kirin. Par di newroza me de du serokên partiyên swêdî beşdarî kirin û îsal jî du serokên partîyên swêdî û gelek parlamenter û kandîtên partiyan di nav me de beşdar bûn. Ev yek Encama têkiliyên me, kar û xebatê me ye.
Federasyon di komiteya parlamenter ya mafên mirovî li Tirkiyê de wek endama rawêj cî digre. Me di grûba referens ya dialoga hiqûmeta Swêdê di derbarî peyman di beşa integrasyonê de beşdarî kirin.. Me digel nûnerên partiyên Swêdî û çendin kandîtên kurd civîn pêkanîn. Ev cara duwêmin e, di programên dezgeha ciwanan/Ungdomsstyrelsen wek panelist beşdar dibin. Me di civînên daîreya koçberiyê de hatin temsîlkirin..Me bi çalakî li Federasyona Biyaniyan SIOS ya merkez, ya Mälardalen û Skåne de cî girtin. Hevkariya me û Komîteya Hevkarî yê hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî baş meşiyaye. Me digel pirsên girîng de karibûne ji hev re bibin hevkar.

Me di beşa pirsên civakî de se projeyan pêkanîne, projeya hevbeş bi navê malbat/familjehem ku em ji bo civanên ku bi tenê hatine Swêdê ji kultur û nasnameyê xwe dûrnekevin û li cem malbatên kurd ciwar bin, herweha di çarçoveya projeya demokratîyet bo ciwanan de me konferans û çalakiyên dibistana yekşemê pêkanîn. Niha jî me projeyekî hevbeş bo xebatên perwerdeyî bo ciwanên ku bi serê xwe hatine Swêdê pêktînîn. Herweha digel Folksam me ji bo endamên xwe bi riya êrzan peymana têmin/sîgorta peyda kirin. Li gor daxwaza me Folksam beşa kurdî vekir.
Me digel mamosteyên kurd polîtiyake hevbeş bo zimanê kurdî tesbît kirin.Me ji bo ziman, nasname û kultur wek Federasyon û bi riya SIOS/ Federasyona Biyaniyan, di her têkiliyên xwe digel swêdiyan de û di daxûyaniya xwe ya taybet di roja ziman behs kirine ku zimanê zikmakî bibe beşek ji sistema perwerdeyî û bibe zimane bijartê.Li zaningêh jî bête xwendin. Me di nav komiteya karger a wakfa Kitêbxaneya kurdî de cî girtin. Me her tim di civatê de pêwistiya hebûna pêywêndiyên interkulturell, civatekî piralî û pirkulturî, entagrasyonekî du alî anîn zimên.
Nûnerên hêja, me ji ber şertên alikariyê ji mercên Swêdî, digel Yekitiya Jinên Kurdistanê lihevkirin ku ew li Federasyonê wek rêxistin endam nemînin. Lê hevkariya me dê berdewam be. Gelek jin wek şexs di nav komeleyên me de endam in. Divê di dema bê de bo wan yek komîte dirûst bibe. Em wek Federasyon divê girîngiyekî mezin bidin bo beşdariya jinan di komeleyên me de. Divê şertên ku beşdariya jinan zêde bike bê çêkirin.

Ji bo ciwanan me du konferans amade kirin û xwestin ku bo na ku xwe bi rêxistin .bikin em bibin alîkar. Li pey kongre divê ev pêvajo berdewam be. Ciwanên ku li vir mezin bûne, zû bi zû nayin nav xebatên komelayetî , komeleyên me ji me teslîm nagrin, pirsên wan, daxwazên wan, tercîhên wan, rastiyên wan, bi rastî ji nifşa yekem cîhe ne. Lewra xwe di komeleyên ku nifşa yekem li gor xwe çêkirine de nabînin. Ev ne sûç e me ye, ne jî sûçe wan e. Rastiyê ku jiyana penaberî derxistiye holê weha ye. Lê gelek ciwan bo kar ji xwe re formên cuda ditîne û hejmara ciwanên ku ketine siyaseta Swêdî jî ne kêm in. Divê em piştgiriyê wan bikin.

Nûnerên hêja, ez hêvîdarim bi ditînên we û rexneyên we yên çêker hûn di niqaşên kongreyê de beşdarî bikin..Enerjiya xwe divê ne li hember hev, bo pêştabirina Federasyonê, bo xurtkirina vê dezgeha bêhempa bikar bînîn. Daxwaza me eve ku hûn karên ku bi fêdekarî û bi îmkanên kêm têne kirin bibînin û piştgir bin. Em bi komeleyên xwe yên çalak re serbilindin. Em dixwazin komeleyên endam ku, Federasyon bixwe ne, bibin merkez bo hevditîn, bo alikariya malbat û penaberan, bo çalakiyên perwerdeyî bo ziman, kultur, nasname , yeksanî û demokratîyet. Divê em hemû bi mêjiyê profesyonel tevbigerin, ji bo bicîhanîna armancên şexsî Na, ji bo bicîhanîna armancên Federasyonê kar bikin, biryarê xwe bidin.

Em wek komîteya karger çend pêşniyarên me bo kongre hene ku dixwazin wek helwesta kongre derbiçe, yek daxûyanî li ser mehkûmkirina Rejîma Iranê bo dardakirina kurdan, mehkûmkirina Rejîma Sûriye bo na ku zêdetirîn 200.000 kurd li Sûriye ji mafê hevwelatî bêpar in Herweha daxwaz ji Tirkiye dikin ku zimanê kurdî bikin wek zimanê fermî û perwerdeyî.

Em dixwazin ji bo enfal wek komkûjî bê qebûlkirin, ji bo 16 adarê jî bibe roja navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî û bo piştgiriya bicîhanîna meddeya 140 Komîteya Giştî komîteyek taybet pêkbîne. Em dixwazin ji bo pirsa ziman jî yek komîteyek taybet bê avakirin.

Wekî dî jî, em dixwazin kongre, bikaranîna şîddet di nav civatê de, di nav mal de û li hember jinan mehkûm bike.
Wekî dî hebûn û parastina kîtêbxaneya kurdî li Swêdê bo me pir girîng e. Em dê xebat bikin ku Kîtêbxaneya kurdî li Swêdê, wek dezgehekî taybet bo neteweyekî ji aliyê Swêde ve bi berdewamî bê parastin, jê re butçeyeke taybet û berdewamî bête veqetandin.

Di dawîyê de, li ser navê Komîteya Giştî bi dilgermî spasiya hemû komeleyên endam, nûner, endamên K.Karger û Komîteya Giştî dikim. Herweha spasiya mêvanên me ku li vir amade ne û hemû dostên Federasyonê dikim.
Ez hêvîdarim kongreya 24 e min bi serkeftî derbas bibe û encamên baş werbigre.

Hûn hemû gelêk bi xêr hatin.
Bijî kurd, bijî kurdistan!
Sermin Bozarslan
15/5 2010 Spånga