Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Partiyên Swêd hemfikirin ku Anfal wek jenosid bipejirînin
2012-11-29 12:00
fkks
info@fkks.se






Partiyên Swêd hemfikirin ku Anfal wek jenosid bipejrînin

Di 28ê Mijdar (November) a 2012ê de di civîna Riksdagenê de hemû partî di derbarê ku Anfal wek jenosîd bê pejirandin hemfikriya xwe diyar kirin.


Di civîna parlamena Swêdê a 28ê Mijdar a 2012ê de Komîteya wezareta derve a Swêd(utrikesutskott)du babet xistin rojeva xwe; Rojhelata Navin û Bakurê Afrika ku ew jî ji sê xalan pêk dihat.

1) Li Afrika pirsgirêka Sahara Rojava (Väst Sahara): Partîyên muxalefetê dixwestin ku Västshara (rojavayê Sahara)bibe dewletek bi serê xwe û Hukumeta Swêdê ew dewletê nas bike. Ev ji aliyê partîyên desthelat ve nehat pêjirandin. Ji ber wê yekê ewê vê pirsgirêkê di 6ê Desembrê de li parlamanê bidin dengdanê.

2) Her weha partîyên muxalefetê dixwestin ku dewleta Filistinê ji aliyê Swêd ve bête naskirin. Ev pirsgirêka han jî ji aliyê partîyên desthilate ve nehate pejirandin. Ji ber wê yekê parlaman di roja 5ê Desembrê de li ser van herdu babetan dengdanê bikin.

3) Ya sisîyan jî ev bû ku ANFAL wek kiriyarek jenosid bête pejirandin an na ? Partîyên muxalefetê û yên deshilatê li ser vê babetê bi yekdeng û yek helwest bûn. Ji ber wê jî di civêna 6ê Desembrê a dengdanê de Anfal dê wek jenosîd bête qebûlkirin.

Grubek a kurdên ji herçar beşên Kurdistanê li Swêdê wek mêvan beşdarê civîna Meclîsê bûn. Ji FKKSê Selam Cizîrî û Hafizullah Nerwey bêşdar bûn.

Ev buyera hanê serfirazîyeke ji bona diplomasîya kurdên li Swêd û bi teybetî ji a FKKSê ye.‎ FKKS hergav di xebata xwe de xwestiye Anfal û Qatlîama Helepçe wek jenosîd bête qebûlkirin. Ev daxwaza wê êdî berhema xwe dide. Ji bona wê jî FKKS sipasîyê xwe ji bona wan partîyên desthilat û mixalefetê dike ku ew di warê buyara Anfalê de hemfikirin.

Selam Cizîrî