Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kurdên li Swêdê ala rengîn hildan jor
2016-12-19 11:00
fkks
info@fkks.se







Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi minasebeta roja ala Kurdistanê di 17.12. 2016ê de li Stockholmê xwepêşandanêka girseyî li dar xist. Girseya ku li ber parlamentoya Swêdê bêşdarên xwepêşandinê bûn kurdên çar perçeyên Kurdistanê û rêxistinên çar perçeyê Kurdistanê bûn ew bi alayên Kurdistanê tereftarên Kurdistaneka serbixwe bûn ku êdî ew li başûrê Kurdistanê li derî dixe.
Manîfestasiyon bi ey raqîb dest pê kir, bi axaftinan dewam kir, bi muzikê dawî bû.
Serokê FKKS Keya Îzol di axaftina xwe de got, maratona serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye, ev al sembola wê ye; heta ev maraton dawî bibe û bigîhêje armanca xwe ew ê bi her hawî vê xebata xwe berdawam bikin; di hemû kar û çalakîyên xwe de dê babeta serxwebûna başûr mijarê wan yê sereke be!
Herweha parlamenterê partîya Lîberal a Swêdê Fredrîk Malm jî axaftineka ji dil kir li gor wî serxwebûna Kurdistana başûr li ber derî ye û ew pêşwazîya vê yekê dike.