Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pîroz Be 3mîn Salroja Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê!
2020-09-21 09:00
fkks
info@fkks.se




Di dîroka gelan da hin rojê teybet û dirokî hene. Wek tê zanîn sê sal berê di roja 25ê Îlona 2017an da, bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk hat. Wê rojê gelê Kurdistanê bi îrada xwe ya azad çûn ser sandoqan. Di hilbijarinê da, ji % 93ê yên hilbijêran gotin erê bo dewletbûna Kurdistanê.

Referandûma 25ê Îlon 2017an di dîroka gelê Kurdistanê cîhek xwe yê taybet û girîng heye. Wek tê dizanin ku di pêvajoya refedrandûmê da, dewletên dagîrker yên wek Tirkiye, Îran û Iraq, erîş û tehdîtên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li ser rêzdar serok Mesûd Barzanî, bi hemû awayî didomandin. Lê serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê guh nedan tehdît û erîşên dewletên dagîrker û referandûmê pêkanîn. Gelê Kurdistanê vîst û daxwazên xwe li ser bi riyek demokratîk, di referandûmê da bi îradeya xwe, bi rêjeya % 93`yên dengan bo serxwebûna Kurdistanê gotin erê.

Coş û germayiyek mezin li nav dîyaporaya Kurd da çêbû. Divê ev coş û germiya ku li dîyasporayê bo serxwebûna kurdistanê nîşan dan, her berdewam be. Divê ew komîte û dezgehên Kurd ku çalakiyan li dîyasporayê li dar xistin, di kar û xebatên xwe da bi heman coşî her berdewam bin. Divê em îhtimala hemû cure tehdît û erîşên dijmin bihesibînin û li hember hemû cure tehdît û erîşan amade bin.

Mixabin ku leşkerên Iraqê bi alîkariya Heşdî Şaab ya Îranê û bi alîlkariya îxaneta ne xêrxwzên Kurd, Kerkûk û heremên kurdnişînên ku dikeve nav maddeya 140, bi erîşên hovane dagîr kirin.

Lê bi dijmin baş bizanibin ku dagîrkeriya wan dê nikaribe îradeya gelê Kurd betal bike. Gelê Kurdistanê di referandûmê da îradeya xwe bi rêjeya % 93 daye xuyakirin. Ev îradeya mafekî herî xwezayî ya gelê Kurd e û tu caran nayê betalkirin.

Îradeya gelê Kurdistanê di referandûma 25ê Îlon 2017an de, tapuya serxwebûna Kurdistanê ye. Tu hêz û alî, dê nikaribin pêşî li daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê bigrin. Yan îro yan jî sibê, dê serxwebûna Kurdistanê pêk bê û Kurdistan jî bibe dewletek azad û demokrat.

FKKS -Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê