Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Zimanê zikmakî mafekî xwezayî ye!
2020-10-09 12:00
FKKS
info@fkks.se
Zimanê zikmakî mafekî xwezayî ye!

Sekreterê Partiya Demokratên Xiristiyan(KD) Peter Kullgren, di daxuyaniyek bi radiyoya swêdî Ekot da, daxwaza rakirina perwerdeya zimanê zikmakî di dibistanan da dike. Li gor Peter Kullgrenê di perwerdeya zimanê zikmakî da kêmasî hene û mesrefên kul ê tê kirin, dikare di beşên din yê perwerdeyê da bên bikaranîn.

Perwerdeya zimanê zikmakî yek ji wan mafê herî sereke yê mirovîyê ye. Argumentên ku Peter Kullgren dide pêş, ne realîste û nikare bibe sebeba rakirina zimanê zikmakî ji bo biyaniyên ku li swêd dijîn. Hebûna kêmasiyên perwerdeya zimanê zikmakî nabe sebeba rakirina mafê miroviyê. Di vî warî da, di şûna rakirina mafê perwerdeya zimanê zikmakî, divê çareserî esas bê girtin û kêmasiyên ku henin bê serast kirin.

Em wek federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, ji daxwaza sekreterê Partiya Demokratên Xiristiyan Peter kullgrenê, gelek xemgîn bûn. Li gor agahdariyên ku di dest me daye, meclîsa Partiya Demokratên Xiristiyan, sibê li Stockholmê dicive. Em hêvîdarin ku endamên meclîsa wan, daxwaza Peter Kullgrenê nepejirîne. Ji nuha ve spasiya wan dikim.

EM bangê partî û rêxistên swêdî, bangê hemû rêxistinên demokratîk yên biyaniya û her usa bangê mamosteyên zimanê zikmakî dikin li hember daxwaza şaş ya Peter Kullgren, bê deng nemînin.

2020-10-08

Serokê FKKS´ê
Kovan Amedî