Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
BIRÎNEK KÛR ROBOSKÎ
2020-12-27 22:00
FKKS
fkks@info.se
Di 28´ê Çileya pêşîn a sala 2011an de li Bakurê Kurdistanê Gundê Roboskî ser bi nehiya Uludereyê ji aliyê hêzên esmanî ya Tirkiye ve bi firokên şer F-16´an 38 gundiyên kolber (Qaçaxçî) tevî 50 qatirên xwe ketin ber bombaranê. Ji 38 kesan 17 wan zarok bûn û tenê 4 kes bi birîndarî xelas bûm.

Kolber ji Gundê Roboskî û Bejuhê bûn ku dikeve nav sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê. Xelkê wan gundana debarên xwe bi kolberiyê dikin. Leşkerên Tirk ji vê yekê jî agahdarbûn. Pir caran bacê ji wan distendin. Loma di rewşên weha da gundiyan agahdar dikirin ku wê rojê Kolberiyê nekin, wê li operasyonên leşkerî li deverê pêk bê.

Lê di roja 28.12.2011´an da ewirên reş li ser Roboskiyê girt û esman tarî bû, di newala Roboskiyê da 38 gundiyên sivîl hatin bombebaran kirin, 38 can ketin ber erîşên esmanî ya Tirkiyê. Di wê erîşê da 34 kes jiyanên xwe ji dest dan 4 kes jî mirî xelas bûn.

Hukumeta AKP´ê qetliyama Roboskiyê wek bûyerek tesadufî wek qezayek nîşan da. Xwedê giravî gundiyan şibandine Gerîlayan. Lê wezîrê wê demê Naîm Şahîn, li xwe mukur hat û gotibû: ”Gundiyên hatinên kuştin hevalbendên gerîlayan bûn, sucê wan e ku hatinin kuştin”.

Li ser vê pirsê, di meclîsa Tirkiyê da lijneyek bo lêkolînê li ser Roboskiyê hatibû pêkanîn. Lê rapora lêkolînên li ser qetliyama Roboskiyê bo raya giştî nehat eşkere kirin û wek sirrê dewletê serê wî hate girtin.

Baş tê zanîn ku kesên hatin kuştin xelkê sivîl bûn û haya leşkerên Tirk ji wan hebû. Tenê ”sûcek” wan hebû ew jî Kurd bûn û qetliyam jî bi zaniyarî hate kirin.
Dewleta Tirkiyê, çiqas serê qetliyama Roboskiyê bigrê jî, Roboskî birînek vekiriye di dilê Kurdan da…

Ev birîna tu car nayê girtin. Divê Sûcdarên Roboskiyê bên eşkerekirin û cezakirin. Divê Dewlet Tirk uzra xwe ji Kurdan bixwaz e.

FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
2020-12-27