Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya Awarte ya Komeleya Kulturî ya Kurd li Falköping
2014-12-25 15:00
fkks
info@fkks.se






Di 24.12.2014ê de Komeleya kulturî ya Kurd li Falköping kongreya we ya awarte li dar xist. Li ser navê FKKSê Berpirsên peywendîyên navxwe Hafzulah Nerweyî, Selam Cizîrî û Berpirsê herêma çarem Şewket Berwarî bêşdarê kongreyê bûn.

Kongrê piştî bi deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê bi hilbijartina dîwanê û tespîtkirina endaman dest pê kir.

Berpirsê Peywendîyên Navxwe Hafzullah Nerwey li ser xebatên FKKSê û rewşa komeleyên endam axifî û serkeftinê ji komeleya Falkopingê re xwest. Selam Cizîrî agahîyek berfireh di derheqa FKKS da û her weha pirsên endamên komelê bersiv da. Berpirsê herêma çar Şewket Berwarî ji di derheqê herêma çar da agahî da.

Jibo pêşeroja komelê giftûgo hate kirin û bi yekdengî jibo zindûkirina komelê biryar hate girtin.

Cihê şanazîyê bu ku gellek endam beşdarê kongra awarte bibun. Her weha balkêş bû ku, hijmarek zêda ji ciwanan jî li kongrêda amade bûn. Ciwanan pir bi aktiv beşdarê diskotionê bûn.

Kongre bi minaqeşeyek dûr û dirêj û efektiv bi serkeftî dawî hat.

Kongrê komîteyek bi heft kesan hilbijart.

Komîteya Karger
Lawin Gulî
Zinar Gulî
Adil Dihukî
Fersted Dustkî
Mihemed Dustkî
Ihsan Akreyî û
Azad Berwarî

Komîteya Çavdêr:
Guhdar
Karwan
Fettah