|
Serdana xwendekarên lîseyê bo FKKSê |
|
2014-11-07 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 6.11.2014ê de grûbekê ji 19 xwendakarên lîseyê û du mamosteyên wan pêk hatî serdana FKSSê kirin.
Xwendekar ji bakurê Swêdê ji bajerê Alvdalen ku ji Stockholmê 345 km dûr e hatibûn navenda FKKS ji bo ku rewşa Kurdan ya aktûl, dîroka kurdan û şerê Kurdan li dijî DAÎŞê û bi taybet jî rêxistina DAÎŞê fêr bibin.
Xwendekar ji alîyê endamên Komîteya Karkir: Pirşeng Twana, Berzan Koçkaya, Hafzullah Nerweyî, Rocivan Yeşîl hatin pêşewazî kirin.
Li ser xebat û çalakîyên FKKSê endamê Komîteya Kargêr Selam Cizîrî agahî da. Wî li ser dîrok û strûktûra FKKSê û armanc û projeyên wê axaft. Berpirsê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî li ser kitêbxaneyê û çalakîyên wê yê aghî da xwendekaran.
Endamamê Komîteya Giştî Rocivan Yeşîl li ser dîroka Kurdî bi gelemperî û nivîskar û lêkolînêr Mûrad Ciwan li ser dîrok û armanca rêxistina DAÎŞê,felsefe û îdeolojîya wê, dinê îslamê, mezhebên wê, û şerê di navbera Kurd û DAÎŞê sekinî. Xwendekar bi baldayî agahî û zanyarîyan guhdar kirin. Him xwendekar û him jî mamosteyan wan sipasyên xwe pêşkêş kirin ji bo pêşewazîya germ û agahî ku wergirtin. www.fkks.se
|
|
|