Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya Komeleya Kurd li Västerås
2015-01-19 11:00
fkks
info@fkks.se




Di 11.01.2015ê de Komeleya Kurdî ya li Västerås kongreya xwe ya salane li dar xist. Li ser navê FKKSê endamên komîteya giştî û berpirsên herêma çarem Ali Feêlî, Mewlûd Abdulrezaqzade û Selam Dabendî bêşdarê kongreyê bûn.

Kongrê bi tesbitkirina endaman destpêkir û piştî tesbitkirina endaman deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê hate girtin.

Li ser navê FKKSê Berpirsê herêma çarem Alî Feêlî li ser xebatên FKKSê û rewşa komeleyên endam axifî û serkeftinê ji komeleya Kurdî a Västerås re xwest.
Piştî raporên xebat û aborî hate xwendin li ser raporan giftûgo hate kirin û raporên komîteya kevin ji aliyê kongrê ve hat pesendkirin. Kongre organên xwe yên komîteya Karger û revisor a nû bi yekdengî hilbijart. Kongre bi rêk û pêk û serkefti bû. Li ser navê FKKS Alî Feêlî serketin ji bo komîteya nû xwest.
Kesên navê wan li jêr jibo komîteya karger hilbijartin.
1) Marîa Aminson
2) Batol Menet
3) Elisa Subhî
4) Jamal Abdullah û
5) Abdulkerim Omar
Cîgir:
Şherîn Alî
Davûd Rad