Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kiryara terorîst a Parîsê şermezar dikin!
2015-11-14 14:00
fkks
info@fkks.se


Di şeva 13.11.205ê de li Parîsê di eynî demê li heft cîyan di encama teqîn û êrişên çekdarî de, zêdetir 127 kesên sivîl jîyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Em vê kiryara terorîst ya dijî mirovayîyê bi tundî şermezar dikin; sersaxî ji malbatên qurbanîyan re û gelê Fransayê re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.

Berpirsîyarîya vê kiryara nemirovayî rêxistina îslamî ya DAÎŞê hilgirtîye ser xwe. Gelê Kurdistanê ev du sal in li ser axa xwe ya başûr, rojava û bakur tûjî êrîşên hovane ya vê rêxistinê bûye û di şerê li hemberî wê de gelek qurbanî dane.
14.11.2015
FKKS