|
FKKS kiryara terorîstî ya Anqerê şermezar dike |
|
2015-10-11 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 10.10.2015ê de li paytaxta Tirkiyê li Anqerê di amedekirina xwepêşandenaka aştîyê de du bombe teqîyan û di encamê de 95 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.
Bakurê welatê me di bin nîrê Tirkiyeyê de ye û hevwelatîyên me û hêz û partîyên wê ji bo demokrasî, aştî û azadîyê micadele didin û di vê biryara terorîst de gelek hevwelatî jî hatine kuştin û birîndar bûne.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) vê kiryara terorîstî rûreş dike; ji malbatên miriyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa dixwaze û ji dewlet û hikmeta Tirkiyeyê daxwaz dike ku faîlên vê qetlîamê ronî bike; ku ronî neke berpirsiyarîya vê qetlîamê dê di hustiyê Dewleta Tirk de bimîne. 11.10.2015 FKKS |
|
|