|
FKKS qetlîama Robozkê mehkûm dike! |
|
2011-12-30 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) qetlîama arteşa Tirkiye ku di 28.12.2011ê de li bajarê Şirnexê li qezeya Qileban li gundê Robozkê rû da, bi tundî mehkûm dike. Bi bombayên balafirên wan 36 hevwelatîyên sîvîl jîyana xwe ji dest dan. Piraniya kuştiyan ji malbatekê ne û di temenê 15-20 saliyê de ne.
Em daxwaz dikin ku zûtirîn wext delegasyonek ji Swêd û komîsyonek bê teraf ya navnetewî here ciyê qetlîamê û vê bûyerê lê bikole.
Em bo şîna hevwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane, bo mehkûmkirina vê qetlîamê, bo sekinandina bombebaran, şer û kuştin dê 3 roj kincên reş li xwe bikin!
Pirsa kurd pirsekî siyasîyê bi bomba û şiddetê çareser nabe. Ev pirs divê zûtirîn wext bi riya aşitîyê bê çareserkirin.
29.12.2011 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|