Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Komeleyên endam Helebçeyê bi bîr anîn
2012-03-21 12:00
fkks
info@fkks.se




Komeleya Kurd a li bajarê Upsala
Di 16’ê adarê Komeleya Kurd a li Upsala merasîmek bi beşdariya zêdeterî 200 kurdên rûniştvanên bajêr û hêjmarek Swêdiyan sazkirin.

Despêkê Şiwan Kerîm bi navê komeleya Kurdên Upsala gotarek pêşkêş kir. Kerîm di gotara xwe de behsa tirsnakiya karesatê û bêdengiya welatên cîhanê ya di wê demê de kir. Piştre yek ji birîndarên gaza kîmyayî yê Helebce ku ji bo çareseriyê li Swêdê bû, Nasîh Reşîd behsa bîranînên xwe yên di dema kîmyabaranê de kir û piraniya amadevanan giriyan. Wî di gotinên xwe de behsa wê yekê kir ku laşê şehîdên Helebce li ser hev kom biribûn.

Nûnerê Partiya Gel, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Jîngeh beşdarî merasîmê bûn û gotar pêşkêşkirin.

Di dawiyê de belgefilmek hat pêşkêşkirin. Di merasîmê de koma şanoyê ya komeleya Kurdî şanoyek bi navê ‘Zemawendî Jehr-Govenda Jehrê’ pêşkêş kir, bi ziman û gewdeyê xwe xemên Helebciyan anîn bîra amadevanan.



Komeleya Kurd li Eskilstuna
Herweha di 16ê Adara 2012ê de Komeleya Kurd li Eskilstuna li meydana bajêr xwepêşandinekê ji bona Helepçeyê li dar xist. Di xwepêşandinê de posterên şehîdên Helepçeyê hatin vekirin, axaftin li ser karesata ku 24 sal berê li bajarê Helepçeyê ji aliyê Saddam Huseyn ê diktatorê Iraqê ku bi çekên kimyewî 5000 kurd jiyana xwe ji dest dan hatin kirin.