|
Taziya/behiya Şêx Ubbeydullahê Şaxî |
|
2012-02-19 16:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Taziya alim û zaniyarê kurd Şêx Ubbeydullahê Şaxî di 24.02.2012ê seat: 17:00-20:30 de li Restoranta Darîn li Rissneleden 10- Hallonbergen - Stockolmê çêdibe.
Li ser navê malbatê Selam Cizîrî
xxx
Di 29.01.2012 de Şêx Ubbeydullahê Şaxî yê bavê endamê KK û berpirsê aborî yê FKKSê Selam Cizîrî jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe.
Ew kesek kurdperwer, alim, zimanzan û diroknas bû. Wî di jîyana xwe da bi sedan şagirt di medreseyan da bi kurdî perwerde kirîye û herdem li cem doza gelê xwe bûye. Xewn û xeyalên wî herdem ew bûye ku kurd bigêhîjin azadî û rizgariya xwe.
Gotina wî ya herî dawî ew bû ku “parçeyên din yê welêt jî wek başûrê Kurdistanê azad û xwediyê statû bibin”.
xxx
Babêmin Şêx Ubbeydullahê Şaxi di sala 1920-ê gundê Şaxê li Cizîra Botan ji dayik bûye. Ev kurê Şêx Ttahirê kal e. Şêx Tahir xelîfe û şêwirmendê Şêx Huseynê Basretî bû. Ew jî ji terîqeta nexşebendî ne.
Li ser daxwaza mîrên Şaxê, ko ew jî pismamên Bedir-Xan begî ne, li dor dusedsal berê hatine Şaxê û li wir niştecî bûne. Hatina wan ji bo du tiştan bûye. Ya yekê: şêwirmendî û ya didoyê jî ew bû ko di medreseya dînî de dersên kurdî bidin şagirt û feqeyan. Tesîra bedixanîyan li ser wan di warê kurdperwerîyê de pir bûye.
Şêx Ubeydullah di despêka xwendina xwe de digel babê xwe perwerde buye û paşê ew çûye başurê Kurdistanê û çend salan li Zaxo, Dihok û Mûsilê di medreseyên kurdî de xwendiye. Paşê ew derbasî Sûriyeyê bûye û çend salekê li Şamê xwendîye. Wi li Şamê îcazeya dînî wergirtîye û paşê berê xwe daye welêt.
Pêşîyê li gundê Şaxê dest bi melatîyê kirîyê û paşê li Wehsid, Mehmidî, Xolan, Hosyan û herî dawî li Cizîra Botan li mizgefta Mîrekan bûye melayê fermî. Di van mizgeftan de ders daye bi sedan şagirt û feqeyan.
Dema ko li Başur bû tesîra Mele Mistefa Barzanî li ser wî çêbûye û di vegerê de wî dest bi nivîsandina helbestan kirîye.
Ji bo xwendina me hemu fedakarî kirîye. Sedemê hatina wî ya Cizîrê ew bû ko em xwendina xwe ya seretayî û lîseyê biqedînin.
Ew kesek rastgo, dilovan, merd û dilşewat bû. Herdem bûye alîgirê kesên hejar. Ji hemiyê giringtir jî ew zimanzan, alim, dîroknas û kurdperwer bû. Kurdperwerîya wî tesîreka gellek pozîtîv li ser me kir. Ew herdem digel refên gelê xwe bû û propaganda kurdayetîyê li nav gel de dikir.
Di sala 2002-yê de ji aliyê askerên tirkan ve hat girtin û piranîya destnivîsên wî hatin desteser kirin û eskerên tirkan ew destnivîs şevitandin. Her wê salê li dor şeş mehan di girtîgeha Cizîrê, Mêrdînê û ya eskerî ya Diyarbekirê de ma. Kurdperwerî, mêhvanperwerî û meşiyana bi refên xe re ji tesîra babê me li me bûye. Em bi babê xwe serbilind û se rfiraz in. Babê me dê herdem li dilê me de bijî
Belengaz Rodî meriveke kurd Ew pir geriyaye li bajar û gund Gundê jê hatî navê wî Şax e Dora wî çîya nava wî bax e Rojhelatê gund Cûdiyê Mirada Rojavayê wî Cizîra Bota
Ji van çend rêzên li jêrê têt fêhm kirin ko ew li bin tesîra serok Barzanî de maye.
Welatê min tu pir ciwan î Qadî Mihemmed xwest ji bo me anî Hêviya min herdem bûye Barzanî
Gellek Sipas jibona Media Kurd, Nefel, Net kurd, Info Kurd, Malpera FKKS ya berbang û Komkar swêd dikin ku anons û nûçeyên di derheqa babê min da dane weşandin.
Sipas jibona hemuyan yê ku em tenê nehêlîştîne .
Carek din hun hemû bi xêr û ser seran hatine jibo behîya me.
Bila cihê wî biheştbe.
Bila sere gelê kurd sax be
Li gel silav û rêzê me
Li ser navê malbata şêx Ubeydullahê Şaxî
Selamê Cizîrî
Stockholm 2012.02.24
|
|
|