|
Serdana Wefda Komeleya Zahmetkêşan bo Federasyonê |
|
2012-05-07 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 3ê Gulana 2012ê de Sekrteterê Giştî yê Komeleya Şoreşgerên Zahmetkêşan a Kurdistana Iranê Abdullah Muhtedî tevî wefdek serdana Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kir.
Wefda Komeleya Zahmetkêşan ji aliyê endamên Komîteya Kargir a FKKSê hat pêşêwazî kirin. Di civînê de, nûnerên rêxistinên endam yên Komîteya Hevkarî hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî û nûnerên Encûmena Kurd li Surîye beşdar bûn.
Sekreterê Komeleya Zahmetkêşan Abdullah Muhtedî li ser rewşa dawî ya Kurdistana Îranê agahî da û kêfkêşeiya xwe ji xebata FKKSê re nîşan da ku ew bi salan e li Swêdê ji bona doza kurd û Kurdistanê xebat dike.
Seroka FKKSê Şermîn Bozarsalan jî di warê xebat û çalakiyên FKKSê de agahî da wefda Komeleya Zahmetkêşan. Civîn di atmosferaka xweş de derbas bû pirs û sohbet dawî bû.
|
|
|