Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Dosta Gelê Kurd Danielle Mitterrand wefat kir
2011-11-22 13:00
fkks
info@fkks.se


Dosta Kurdan Xanima Danielle Mitterrand di 22.11.2011 de jiyana xwe ji dest da. Bi mirina wê gelê kurd dosteka xwe ya hêja û dilsoz wenda kir. Bila serê gelê kurd û serê miletê fransayê sax be.

Danielle Mitterrand 25.10.1924’an li Fransa ji dayîkbûye û di temenê 87 saliyê de koça dawî kir.

Danielle Mitterrand ji 21’ê Gulana 1981’an û bi hilbijartina Serokkomarê Fransa François Mitterrand navê xwe di dîroka Fransa de nivîsand.

Mitterrand di sala 1986’an de Weqfa Azadiyê ava kir. Ev weqif li tevayî cîhanê mafê jin û mêrên tê çewisandin diparêze.

Danielle Mitterrand û hevserê xwe François Mitterrand wekî dû dostên gelê Kurd dihatin dîtin û timî piştgiriya gelê Kurd dikirin. Mitterrand çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji nêz ve agehdariya wê ji rewşa Kurdistanê hebû.

Peykerê Danielle Mitterrand meha adara 2010’an li bajarokê Helepce yê Başûrê Kurdistanê hatibû danîn. Mitterrand di sala 2009’an li Hewlêrê di daxuyaniyekê de got: “Kurdistan welatê min ê dûwemîn e.” Herwiha Mitterrand sala 1989’an 200 kurdên li kampên penaberan de jiyan dikin, biribû welatê xwe.

Bi mirina wê em gelek xemgîn in. Gelê Kurd dê tu carî wê ji bîr neke û em pê bawer in dê di nav tarîxa kurdan de wek rûpelên zêrin ciyê xwe bigre! Bi mirina wê gelê kurd dosteka xwe ya hêja û dilsoz wenda kir. Bila serê gelê kurd û serê miletê fransayê sax be.

22.11.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê