Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Îsmet Şerîf Wanli wefat kir
2011-11-14 22:00
fkks
info@fkks.se
Nivîskar û siyasetmedarê naskirî Îsmet Şerîf Wanli di 9.11.2011 de li bajarê Lozanê çû ser dilovaniya xwe.

Îsmet Şerîf Wanlî di 1924ê de li Şama ji dayîk bû, di salên xwe yên perwerdehiyê de nivîskar û rewşembîrên Kurd Celadet Elî Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaşa û Nûredîn Zaza nas kir.

Wanli li Libnan, Franse û DYA’yê perwerdehî dît û zimanê xwe yê zikmakî jî li xerîbiyê fêr bû.

Di 1948 de perwerdehiya hiqûqê qedand. Di salên 1960î de li Ewropayê nuneriya Tevgera Başûrê Kurdistanê a bi serokatiya Mela Mistefa Barzanîyê nemir kir.

Wanli sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995’ê de hate damezrandin bû. Wanli di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hate damezrandin bû serokê KNK’ê.
Gelek pirtûk û berhemên wî hene. Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê dijiya.

Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be.
12.11.2011