Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Konferansa Enfalê bi serketî dawî lê hat
2011-03-14 09:00
Fkks
info@fkks.se
Di 13.03.2011an de bi pêşevaniya Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê konferansa Enfalê bi axaftina seroka Federasyonê Şermîn Bozarslanê destpêkir. Konferans bi awayekî rêk û pêk û bi beşdariya kurdên li Stockholmê dawî lê hat.

Ji bona vê konferansê ji başûr ango ji welatê me yê azad wê du kurên ku bavên wan hatibûn enfalkirin û filmçêker jî hatibûn dawetkirin. Lê mixabin wan vîze wernegirtin û nikaribûn bihatana Swêd.
Di konferansê de du semîner ji aliyê Bûbê Eser û Eisa Fili ve hate danîn..

Bûbê Eser li ser enfalê bi awayekî giştî û bi teybetî li ser enfala Barzaniyan rawestiya. Wî Enfal, bûyer, kiryar, êş û ezerên wê anî zimên. Ew bi xwe ji bona lêkolînê li ser rewşa malbatên enfalkirî bike sala 2007an qedere 11 mehan li başûr bû, bi nêzîkî 300 malbatên enfalê re hevdîtin pêk anîbû. Di encama vê lêkolîna xwe wî şanoya enfalê ya bi navê Dîroka Rûreş li Swêd û li Stenbolê weşand.

Eisa Filî jî li ser kurdên Feylî ku ji terefê Seddam ve hatibûn enfalkirin sekînî. Herweha Eîsa jî bi awayekî zelal li ser wê kiryara xerab rawestiya û agahdariyên hêja da beşdarvanan. Gelek agahdariyên balkêş ku heta niha kêm hatibûn bihîstin, Eisa Fili di vê konferansê de anî zimên. Wî behsa ku kurdên Feylî li welatê xwe bê hevwelatî ne kir. Heta niha ev pirs çareser nebûye.

Di dawîya semîneran de filmek balkeş ji Elmanya ku yek Elmanî li ser Enfal çêkiriye hat nîşandan. Beşdarên konferansê kêfxweşiya xwe bo vê konferansê anîn zimên. Ev konferans xebata yekem bo kurdan ya komîteya nasandina jenosîda kurdan ya FKKS bû.

Di 16 adarê de dema nîvro jî li Parlamentoya Swêd bo parlamenteran bi hevkariya komiteya Kurdistan -Swêd bîranîna şehîdên Halepçeyê li dar bixe