Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Ji bo federasyoneka bi hêztir!
2011-05-16 10:00
Selam Cizîrî
info@fkks.se



Federasyona Komeleyen Kurdistan li Swêdê(FKKS) 30 saliya xwe di 14ê Gulana 2011ê de li Stockholmê bi şahiyekê pîroz kir. Cihê pirsê ye ku gelo FKKS çawa karibiye sîh salan li ser piya bimîne û xwe li himberê tîrên nexêrxwaz yên gelê kurd bipareze? Çawa bûye ku her ku diçe xwirtir û zindîtir dibe? û çawa dibe ku her ku diçe bêhtir di civata Swêdê de giranbuhatiya wê bilintir dibe?
Ez dikarim van pirsan bi xalên jêr bersiv bidim.

1. FKKS dezgehek Netewî ye; Netewî ye jiber ku hemû danûstandin, nivis, xwendin û peywendî li gel civata kurd li Swêdê bi kurdî ye. Yanî zimanê FKKS yê fermi di civaka kurdên nisteciyên Swêd de bi kurdî ye. Ev fermiyeta han ji bona me û hemû komeleyên giredayê FKKS derbas dibe. Cara yekem bûye ku ev xebata FKKS karibiye zaravayên Kurdî nezî hev bike û bi saya wê gellek kesên mîna min yên organên FKKS û komeleyên wê da kar kirine û dikin, bi şêweyek baş ji hev têdigîhin.

2. FKKS Kurdistanî ye ; Kurdistanî ye ji ber ku rêvebirin organên me ji her çar beşen Kurdistanê ne. Yanî heta niha organen me ji her çar beşan pêk hatine . Wan kesan ji organizasiyonên cuda cuda hatine. Kî bîr û raya wî/wê çi dibe bila bibe, yên li organen FKKS da kar dikin li gor destûr a wê dimeşin.

3. FKKS dezgehek demokratîk e; ew demokratîk e, ji ber ku her du salan carekê kongreya xwe li dar dixe. Kongre ji nûneren hemû komeleyen kurd yen giradaye FKKS pêk têt.

4. Belayan e; ji ber ku, ew ne giradayê tu partiyên politik e.

Ji ber van çar xalên li jor, FKKS li gel komeleyên xwe di civaka Swêd de bûye xwediyê gotinek baş. Wê peywendiyên xwe li gel dezgehên demokratik, partiyên di parlamana Swêd de û partiyên kurdi xurt kir. Prestij û dan û standinên FKKS îro li gel wan dezgehan di asta bilind daye.

Di sala 1983 deme ku ez hatim Swêd cara yekem ez li bajarê Goteborgê bi cî bûm. Di wî demî de civaka Swêdê di derheqê kurd û kurdistane da xwediyê agahieyk pir hindik bûn. Di qûrsên zimên de dwexta me digot ku em ji Kurdistanê hatine, navê Kurdistanê ji wan re pir xerip dihat. Ji ber wê yekê erka li ser me kesên politik ew bû ku em wê beagahdariya li ser welat û gelê me kêm e divê bête şikandin. Ew ji bi du tişta çêdibû. Ya yekem organizekirna kurden li Swedê. Ew ji bi avakirirna komeleyên kurdî dikari pêk bêt. Ya duyem bi rêya komeleyên me bi informasiyonek bi berfireh peşkêşi dezgehên Swedi û biyani yên sivil û demokratik bête pêşkêşkirin.. Ji wê rojê û heya sala 1981 (ku di wê salê de FKKS hate damezrandin) heya nuha FKKS û li gel komeleyên xwe bi serfirazi û bi serkewti rola xwe ya sereke lehistîye û gihaye astek bilind.

Hêdi bi sedan dezgehen kurdi li swêdêhene. Bi sedan ronakbir û rewşenbirên kurd di civaka Swêd da bûne kesayetîyên navdar. Ev jî ji dewlemendî û pêşketina kurdên Swêd ji alî politik, kulturî, demokratik û komeleyatiyê têt. Ev kar û xebata han bi du eniya hate kirin. Eniya kurdi û eniya Swêdi. Cara yekem di wan salên destpêkê da Komiteya bi navê komiteya Swedi jibona mafe mirovi ya kurdan hate damezrandin û di vê damezrandinê da rola FKKS rolek sereke bû. Divê neyêt jibirkirin, ku wê komiteyê ji karên pir hêja pêk anin. Yên komiteyê da ci girtibu pirraniyên wan kesayetiyên navdar û parlamenterên partiyen mezin bûn. Bi xebata FKKS ya bêhempa û arikariya Wezire kulturi a swêd Marita Olfskog hem biblioteka kurdi hate wekirin û hem jî biryara mafê weşana kurdi di radiyoya swêdê de di beşa programên biyani da hate dan û ew weşan heya niha ji bi fermi tête domandin..Çend sal ji berê komiteya parlamenteren Swêd jibo piştgiriya demokrasiyê li Tirkiyê, hate damezrandin û FKKS li gel du Federasyonen din di komiteya çavdêr da cihê xwe girt. Seroka FKKSê du salan li pey hev bû seroka Konfederasyona federasyonên biyani (SIOS. Niha jî seroka me cigira seroka SIOSê ye.

Di vê hilbijartina dawi ya seranserê Swêd da pênç kurden ji her çar beşên Kurdistanê ji partiyên Swêdi yên cuda ketin parlamana Swêd. Pirranîyên wan endamên komeleyên FKKS ne. Ji vê diyar e ku xabat û karên FKKS çiqas bi berhem buyine. Niha ji komiteya parlamenterên Swêdi bi navê avakirina pirekê di navbera Swêd û Kurdistanê hatîye damezrandin û armanca wê komîteyê ewe ku navbera Swêd û Kurdistanê bi her awayî bête xwirtkirin..

FKKS herdem bûye pirek di navbera herçar beşên Kurdistan û Swêd de. Di demên herî zor de bêhempa piştgiriyek mezin daye doza gele xwe û di demên pewîst de hemû û hêza xwe pêskêşi doza gelê xwe kiriye. FKKS gelek caran konferans û seminer di mijarên cuda ji bona her çar beşên Kurdistanê amade kiriye. Cihê şanaziyê ye ku FKKS piştgiriyek xurt ji pirraniyên partiyen politik yên kurd li swêd standiye û distîne jî. Niha ji hemû salen buhri behtir têkiliyên FKKS li gel partiyen Swedî û kurdi xurtir. FKKS ji aborî de ji rewşa wê ji hemû salan buhurî baştir e. Em xwediye xaniyekê ne. Ew xanî malê hemu kurdên nîştecîyên Swêdêye û mala gelê kurd e.

Beriya 1980 di xeyal û xewnên min de dihat gerandin ku em bibin xwediye dezgehek Netewî, Demokrati, Kurdistani û bêlayan. Ev xeyalên min bûn rastî û ji ber wê yekê ye ku min di sala 1983 û pê de li organen cuda û bi taybet jî di organa KK a FKKSê de cihe xwe girt. Xwezî li sed xweziya min bikaribiya ez sed sal di jî bidin vê destgeha pîroz û bikaribiya hemû zar û nevîyên min jî vê xizmete de cihê xwe bigrin.

Ez heya niha li ser rewşa me û karên me yên pozitiv rawestîyam. Gelo em destgehek perfektin an na? Ku na be çi kemasiyên me hene?.Diroja iroyin astengiyên me yên herê mezin çine? Bi kinahî be jî ezê bersiva wan bidim.

Li gor baweriya min em sê xalan de qelsin.

Ya yekem, me heya niha nekariye diplomasiyek xurt biafirinin da ku bikaribe nuteritiya hemu kurdan Swêd bike u pirsgirêkên kurdan yên politik (her çiqas dikare bê pirsin gelo ev kerê FKKS) bide peş? Divê bête zanin ku em parçeyek ji gelê Kurdistane ne. Heya niha helwesta Swêd ji bona çareserkirina pirsgireka kurd a politik nehatiye gihorandin. Ku hewildanek baştir bête kirin ev dikare bête gihorandin. Dive çêbe ji. Me hevildanek ji bona komîteyek hevbeş çêkir û wê komîteyê gellek karên piroz ji kirin. Li gor bawerîya min divê ew bête domandin.

Ya duyem;Divê kurd di pirsgirêkên netewî de xwedîyê yek helwest bin. Wek minak Newroz, Bîranîna Helepçe, Biranina Anfalan û gellek tiştên din da divê em yekhelwestiyê danin. Roja Newroze ne sê Newroz bên pîrozkirin û biranina Helepçe ji ne sê bîranin be. Her çiqas bi sedemên cûda cûda hinek komele û Fedrasyonên din jî hatibin avakirin, lê ev nabe asteng jibona hevkarî û yekhelwestîya kurdan li bin sêwana FKKS de.

Ya sêyem; Divê hewildanek pirtir hebe ku nûmuneyen FKKS li seranserê Ewropa bêne avakirin da ku em bikaribin Konfederasyona kurden li Ewropa damezrînin.

Heya niha herî handikapa me ya mezin ew e ku me nikariye em kadirên ciwan ji bona pêşerojê amade bikin. Ji bona me kadirên nû ji nan û avê pewistir e. Divê em bêhtir li ser pirsgirêkên ciwanên xwe rawestin.

Bi hêvîya Federasyonek bi hêztir, 30 saliya FKKSê pîroz be
Selam Cizîrî
Berpirsê Darayî ê FKKS